Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaşê ku 10 sal in di girtîgehê de ye nivîseke nû nivîsand.
Demîrtaş anî ziman, "Pêvajo êdî gavên berbiçav, yên ku bi destan bên girtin û bi çavan bên dîtin dixwaze û mecbûr dike. Ev gav ne tawîz in, gavên ku ji bo jiyana me ya hevbeş wekî şîrê dê maf û helal in."
Nirxandinên Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ên li ser pêvajoya çareseriyê di malpera "Qaq-Bariş Meydani" de hatin weşandin ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Aştiyê ve hatiye avakirin.
Demîrtaş destnîşan kir ku divê di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê CHPyê Ozgur Ozel û hemû lîderên siyasî zemîneke hevkariyê ya berfirehtir û serkeftî ava bikin.
Demîrtaş diyar kir ku divê hemû alî ji bo çareseriyê hewl bidin û li pey çû:
"Êdî dema wê ye ku em bi gavên dualî dawî li sepanên awarte û aloziyên neasayî bînin û zemîneke nû ya siyasetê ava bikin."
Nivîsa Selahattîn Demîrtaş:
“Pêvajo êdî gavên berbiçav, yên ku bi destan bên girtin û bi çavan bên dîtin dixwaze û mecbûr dike. Ev gav ne tawîz in, gavên ku ji bo jiyana me ya hevbeş wekî şîrê dê maf û helal in.”
Li gel krîzên di asta cîhanî de ku di xwezaya kapîtalîzm û emperyalîzmê de hene, şerekî mezin ê hegemonyayê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Tirkiyeyê her tiştê kevn hildiweşîne lê wekî ku Gramscî dibêje, “Cîhana kevn dimire, cîhana nû ji bo ku bibe têdikoşe, niha dema cinawiran e.” Çimkî hevsengiyên hêzê ne dişibin cîhana du-cemserî ya serdema Şerê Sar, ne jî dişibin serdema piştî Şerê Sar ku hegemonyaya yek-cemserî ya Amerîka û Rojava serdest bû. Belkî em dê serdemeke dirêj bijîn ku ti hêz bi tena serê xwe yan jî wekî blokekê nikaribin serdestiyê ava bikin, heke ava bikin jî dê ne mayînde be, herikbarî dê bê navber be û guherbarî dê bibe bingeh. Yanî wiha xuya dike ku ev şerê hegemonyayê di demeke kurt de bi serdestiya hêzeke cîhanî yan herêmî bi dawî nabe. Ev rewşa şer a bê navber êdî dê bibe asayiya nû ya deh salên pêş me.
Pêvajo wekî stratejî nayê nirxandin
Bê guman Tirkiyeyê jî di serê wan welatan de ye ku rasterast di bin bandora vê guherînê de dimîne. Lê belê Tirkiye vê carê wekî welatekî ku şiyana xwe ya bandorkirin, birêvebirin û sûdwergirtina ji vê guherînê zêde kiriye derdikeve pêş.
Pêvajoya çareseriyê ya ku tê birêvebirin jî di encama vê nêzîkbûnê de derketiye holê û taktîkeke girîng e ku eşkere ye dê piştgiriyê bide stratejiya sereke. Ez dibêjim “taktîk e” çimkî dema mirov li tiştên hatine kirin, nehatine kirin û dê werin kirin dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku pêvajo li aliyê dewletê wekî stratejî nayê dîtin. Ji bo dewletê stratejiya sereke ew e ku Tirkiye ji vê bahoza guherîna cîhanî û herêmî bi hêztir derkeve. Bi vî awayî xebitîna aqilê dewleta Tirkan asayî ye û di nav xwe de hev digire.
Wergirtina înîsiyatîfê ya Birêz Ocalan jî heta niha piştgiriyeke mezin da û didomîne. Li vir jî ti xeletî yan nakokî nînin. Lê kêmasiyeke mezin heye ku ew jî di asta herêmî de pêwendiyên Kurd û Tirkan di asta stratejîk de ji nû ve nayên nirxandin. Bi taybetî li Sûriye û Îraqê, nêzîkbûneke nû ya ku Kurdan zêdetir hembêz bike û maf û hiqûqa Kurdên li wir biparêze dê ji bo her kesî qezenceke mezin be.
Pêwîstiya pêvajoyê bi gavên berbiçav heye
Em nizanin ku pêvajoyê çi daye Kurdan, çi daye azadiya 90 milyon welatiyan, jiyana demokratîk, mafên bingehîn ên mirovan û bi vî awayî çi daye aborî û refaha wan û dê çi bide. Em dizanin ku divê çi bibe lê em nizanin dê bibe yan na.
Li vir xala herî sist û ji nîqaşê re vekirî ya pêvajoyê ev e. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi saya pêvajoyê karî xwe ji bahoza şer û wêraniyê ya salên dawî dûr bixe ku ev destkefta me ya herî mezin e. Loma heke mirov vê tune bihesibîne yan qedrê wê nezane dê neheqî be. Lê di heman pêvajoyê de wekî mînak dayîkeke Kurd di Komîteya Parlamentoyê de nekarî bi Kurdî biaxive, rojnamegereke Kurd ji ber çenteyê wê yê ku nivîsa Kurdî li ser bû nehiştin bikeve Parlamentoyê. Hatin êşandin, hatin biçûkxistin. Jixwe beşeke girîng a Pirsgirêka Kurdan zimanê dayîkê û nasname ye. Dema ku em hewl didin paşerojeke xweşik ava bikin, ma dê ev nêzîkbûna dûrî serdemê û ku rûmetê dişikîne para me be?
Ez bawer im û min dixwest ku eger xebera Birêz Devlet Bahçelî hebûya, ew dê bi xwe biçûya ber deriyê Parlamentoyê û wî çenteyê ku zimanê dayîkê yê xwişk û birayên wî yên hezar salî li ser e bigirta, destê rojnamegera Kurd bigirta û bigota, “Were xwişka min, vir parlamentoya te ye. Kes nikare rê li ber zimanê te yê dayîkê bigire, te biçûk bixe yan qedexe bike. Çimkî bêyî te ez nabim, bêyî min jî tu nabî. Ji niha û pê ve em dê tedbîrên yasayî jî bistînin û em dê wekî zimanê xwe xwedî li zimanê Kurdî jî derkevin. Êdî me hişmendiyên kevn binax kirin, em dê bi ruhekî nû yê biratiyê dest bi dest û dil bi dil bi hev re bimeşin.” Û ez bawer im wê demê gelek tişt di carekê de diguherîn, gelek tabu û tirsên nehewce hildiweşiyan û dibûn toz û ba. Di vê mijarê de hîn ne dereng e jî.
Yanî ez dibêjim ku pêvajo êdî gavên berbiçav, yên ku bi destan bên girtin û bi çavan bên dîtin dixwaze û mecbûr dike. Ev gav ne tawîz in, gavên ku ji bo jiyana me ya hevbeş wekî şîrê dê maf û helal in.
Ew kesên ku pêvajoya guherîna radîkal a ku em tê re derbas dibin rast fêm dikin û baş analîz dikin, eger helwesteke bi rûmet û wêrek nîşan bidin û deriyê lihevkirineke mezin li Tirkiyeyê vekin, wê demê destkeftî nabe deh, dibe pêncî, dibe sed. Lê eger were gotin “bila biçûk be û ya min be”, dibe ku deh jî neyê bidestxistin û mirov neçar bimîne bi yekê razî bibe.
Li vir jî ya diyarker dê helwest û biryarên Birêz Serokkomar ên ji niha û pê ve bin. Ew bi xwe jî pir baş dizane ku fersendparêzên ku dixwazin ji wêraniyê malê dinyayê bi dest bixin, şelafên ku ji bo berjewendiyan her cure lîstikan dikin û durûyên ku di şelafiyê de sînoran nas nakin, hêdî hêdî li dora wî kom dibin. Birêz Serokkomar eger dê deriyê lihevkirinên bi prensîb, bi rûmet û adil veke, divê xalê deyne ser her tiştê ku qewimî û derfetê nede wan kesên ku çavê wan li butlan, qeyûm û girtinan e û derfetê bide destpêkên nû.
Li vî welatî tehemula li hemberî vê siyaseta bêkalîte, bêast, bêexlaq û riziyayî êdî bi rastî jî gelekî zehmet e. Hema bêje ez şerm dikim ku ji xwe re bibêjim siyasetmedar. Di derdoreke ku yên serê sibê zû radibin ji bo kursiyan hev diçewisînin de, em bi êş û pirsgirêkên gelê xwe radibin û rûdinin, em bala xwe didin ser peydakirina çareyan. Nîqaşên vala û rojevên nehewce ne karê me ne û nabe ku bibin karê me. Erkê her siyasetmedarê ku aqilê wî di serê wî de ye, qedrê welat û gelê xwe giran digire, çi ji mixalefetê be çi ji desthilatê be, ew e ku di vê serdema ku cîhan bi leza ronahiyê diguherê de, bi wêrekî û bi awayekî şaristanî biaxive û bike ka dê çi were kirin.
Eger Birêz Serokkomar, Birêz Bahçelî, Birêz Ozel di serî de û Koma Rêya Nû jî di nav de hemû lîderên siyasî êdî zemîneke hevkariyê ya berfirehtir, hembêzker û qezencker ava bikin, dê ji bo berjewendiya her kesî be. Êdî dema wê ye ku bi avêtina gavên erênî yên dualî dawî li sepanên awarte û aloziyên neasayî were anîn û zemîneke nû ya siyasetê were avakirin. Hevrikiya siyasî û pêşbirka demokratîk helbet dê hebe û şert e lê pêşî em qad û zemînê bi hev re sererast bikin û xurt bikin. Pişt re ji peymaneke nû ya civakî heta reforma demokrasiyê, ji tifaqên nû yên siyasî heta yekîtiyên têkoşînê her tişt bi awayekî hêsantir tê axaftin, li ser tê lihevkirin û tê çareserkirin.
Heger kes nêzîkî vê nabe yan jî newêre, pêdivî bi bêhêvîbûnê nîne; em hene, çare em in. Em dê çawa bikin? Bi wêrekî axaftinê, bi xerabkirina ezberan em dê bi hev re bikin, xeman nexwin.
Ji wê re jî hindik maye.”
.webp&w=3840&q=75)


