Hewlêr (Rûdaw) - Tê gotin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan peyameke zelal daye ku dê beriya betlaneya havînê ya Parlamentoyê, yasaya çarçoveyê ya ku dê binesaziya hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê ava bike, were derxistin.
Erdogan ev daxuyanî hefteya borî di kampa AK Partiyê ya li Sapancayê de da.
Li gorî nûçeya Ayşe Sayinê ya BBCyê, parlamenterekî ku tevlî civînê bûye û nirxandinên di kampê de hatine kirin veguhastine got:
"Serokkomarê me negot 'beriya ku parlamento bê girtin dê derkeve, dê were şandin'. Raste rast ferman da ku were derxistin."
Yasayeke nû ya înfazê jî derdikeve
Li gorî nûçeyê, di kampa AK Partiyê de li ser sererastkirina yasayeke nû ya înfazê ku dê hemû girtiyan li xwe bigire, lihevkirin çêbûye.
Li gorî agahiyên ku parlamenterên beşdarî civînê bûne dane, nîqaşên "destûra nû", "hilbijartina pêşwext" û "betalbûna mutleq" a derbarê CHPyê de û encamên wan ên îhtîmal nehatine rojevê.
Di civînên ku xebatên partiyê yên ji bo amadekariyên hilbijartinê hatin nirxandin de, li ser pirsa "Em dê di hilbijartinê çawa bi ser bikevin?" pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê de gavên ku divê rêxistinên partiyê biavêjin û amadekariyên hilbijartinê hatin nirxandin.
Sererastkirin efûyê li xwe nagire
Yek ji mijarên herî girîng ên rojeva civînên di çarçoveya kampê de yasaya çarçoveyê bû ku dê zemîna hiqûqî ya pêvajoya çareseriyê ava bike.
Di civînê de derbarê reşnivîsa yasaya çarçoveyê de agahî dan parlamenteran.
Erdogan jî peyameke zelal da ku dê beriya betlaneya Parlamentoyê yasa were derxistin.
Li gorî pêşkêşiyê, dê di qonaxa ewil de derdora 5 hezar endamên rêxistinê ji yasaya çarçoveyê sûdê wergirin ku dê "endamên rêxistina fesixbûyî ya ku çek danîne" li xwe bigire.
Di pêşkêşiya ku hat tekezkirin sererastkirin "efû"yekê li xwe nagire de, hat diyarkirin ku bi taybetî li ser formulên ku dê vegera endamên rêxistinê yên ku tevlî sûc nebûne teşwîq bikin û ji bo hinek sûcan kêmkirina cezayan dabîn bikin, tê xebitîn.
Li formulên cuda digerin
Hat diyarkirin ku dê di yasaya çarçoveyê de ji bo endamên rêxistinê yên ku tevlî sûc bûne û nebûne dabeşkirineke cuda were kirin û "derbarê kesên ku sûcê terorê kirine de" li şûna ku ceza bi temamî were rakirin, li ser formula bicihanîna ji sînorê jêrîn tê rawestîn.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên partiyê dane, derbasbûna yasaya çarçoveyê ya ji Parlamentoyê nayê wê wateyê ku dev ji şertê "piştrastkirin û tesbîtkirina" danîna çekan a rêxistinê hatiye berdan.
Mekanîzmayek tê pêşbînîkirin ku dê bi bicihanîna yasayê re pêvajoya piştrastkirin û tesbîtkirina danîna çekan a rêxistinê di nava hevahengiyekê de bixebite.
Li gorî agahiyan, Wezîrê Dadê Akin Gurlek jî derbarê çarçoveya "rêxistina fesixbûyî" ya yasaya çarçoveyê û bendewariyên raya giştî yên li ser sererastkirina nû ya înfazê de nirxandin kirin.
Hat diyarkirin ku Gurlek ji bo "rêxistinên din ên terorê nekevin nav çarçoveyê", hişyarî daye ku divê pênase û çarçoveya "rêxistina fesixbûyî" bi rengekî zelal were xêzkirin.
Dê dewlet biryarê bide
Di agahdarkirinê de hat îfadekirin ku dê daxuyaniya rêxistinekê ya li ser fesixkirina wê têrker neyê dîtin, dê yekîneyên dewletê biryarê li ser vê bidin.
Parlamenterekî ku diyar kir desthilata vê mijarê di destê Lijneya Ewlegiyê ya Niştimanî ya Tirkiyeyê de ye, wiha got:
"Agahî nedan me bê ka kîjan rêxistin di pêvajoya fesixkirinê de ne. Lê belê her rêxistin dema daxuyand ku xwe fesix kiriye dê nekeve vê çarçoveyê.
Dê nirxandina dewletê ya derbarê vê de wekî bingeh were wergirtin û dê rê li ber sûdwergirtina rêxistinên ji bilî PKKyê were girtin."



