Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku wan di çarçoveya armanca xwe ya "Tirkiyeya bêteror" de, zêdetirî 2 hezar û 700 xalên lêgerîn û pişkinînê yên li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rakirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bipêşketinên dawî yên di warê ewlehiyê de daxuyaniyek belav kir.
"2,763 xalên lêgerînê hatin rakirin"
Çîftçî diyar kir ku wekî wezaret ew ji bo “asayîkirina jiyana rojane” û “hêsankirina çûn û hatina” welatiyan gavan diavêjin û got:
"Li gorî armanca me ya 'Tirkiyeya bêteror' me dawî li 2 hezar û 763 xalên lêgerîn û pişkinînê anî.
Ji van xalan 2 hezar û 560 xal ên polîsan û 203 xal jî ên hêzên cendirmeyan bûn."
"134 endamên PKKyê teslîm bûn"
Mustafa Çîftçî ragihand ku ji destpêka îsal ve û heta niha, bi giştî 134 endamên PKKyê teslîmî hêzên wan ên ewlehiyê bûne û got:
“Du kes ji van di kategoriya 'Gewr' û kesek jî di kategoriya 'Zer' a lîsteya lêgerînê de bûn.”



