Hewlêr (Rûdaw) - Ji Çiriya Pêşîn a 2024an û vir ve, rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê ne ku bi hinceta "gendelî û bertîlê" tên kirin.
Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an, li hemberî herî kêm 39 şaredariyên CHPyê operasyonên gendelî û bertîlê hatin kirin, di 31 operasyonan de şaredar bi xwe jî hatin desteserkirin.
Di nav wan de namzedê Serokkomariyê yê CHPyê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî heye û bi giştî 26 şaredar heta niha di girtîgehê de ne.
Di çarçoveya lêpirsînên serdemên berê de, Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer jî girtî ye.
Hinek şaredarên CHPyê yên wekî Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu ku li ser wê îdiayên gendeliyê hebûn, di vê pêvajoyê de derbasî nav refên AK Partiyê bûn.
Ozgur Ozelê ku bi biryara dadgehê ji serokatiya giştî ya CHPyê hatiye dûrxistin, dibêje ku ev operasyon siyasî ne û ji şaredarên wan re tê gotin "An biçe zîndanê yan jî tevlî AK Partiyê bibe".
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku şaredariyên CHPyê bi gendeliyê tohmetbar dike, li ser lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wiha axivîbû:
"Destên ahtapotê yek bi yek eşkere dibin.
Hevalên wan bi xwe li xwe mikur tên bê rêxistinê kî fêrî xerac û bertîlê kiriye."
Ev gotina "Destên ahtapotê" di îdianameya ÎBByê de jî cih digire.
Operasyona dawî, piştî guhertina serdozgerê Enqereyê, li dijî Şaredariya Çankayayê ya CHPyê pêk hat.
Li ser Serokê Şaredariyê Huseyîn Can Guner û 36 kesên din biryara desteserkirinê hat dayîn.
Pêlên ewil: Esenyurt û Beşiktaş
Destpêka van operasyonan bi tayînkirina Alîkarê Wezîrê Dadê yê wê demê, Akin Gurlek, wekî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê 2yê Cotmeha 2024an dest pê kir.
30ê Çiriya Pêşîn a 2024an Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin.
Ozer destpêkê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî", pişt re jî bi îdiaya "fesadîxistina îhaleyê" hat girtin û ji kar hat dûrxistin.
Piştî ku 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hat berdan, niha bi awayekî negirtî tê darizandin.
Pêla duyem 13ê Kanûna Paşîn a 2025an bi desteserkirina Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat dest pê kir.
Akpolat bi îdiayên "endamtiya rêxistina sûc, fesadîxistina îhaleyê, bertîl û malbidestxistina neheq" hat girtin û ji kar hat dûrxistin, darizandina wî ya girtî didome.
Girtina Ekrem Îmamoglu û şaredarên din
Operasyona sêyem a mezin 19ê Adara 2025an li dijî ÎBByê pêk hat.
Ekrem Îmamoglu û gelek birêvebirên din (Murat Ongun, Fatîh Keleş, Ertan Yildiz) 23yê Adara 2025an hatin girtin.
Dîplomaya zanîngehê ya Îmamoglu rojek berî operasyonê hatibû betalkirin.
Di vê dosyeyê de li ser 414 kesan doz hatiye vekirin.
Serokê Şaredariya Şîşliyê Resûl Emrah Şahan di çarçoveya dosyeya "lihevkirina bajaran" de hat girtin û her çi qas ji wê dosyeyê hatibe berdan jî, di doza ÎBByê de girtî ma.
Serokê Şaredariya Beyogluyê Înan Guney jî ku hatibû girtin, paşê Tîrmeha 2026an hat berdan.
Serokê Şaredariya Beykozê Alaattîn Koseler destpêka sala 2025an hat girtin û ji kar hat dûrxistin.
Alîkara ku li şûna wî hat tayînkirin, Ozlem Vural Gurzel, ji CHPyê îstifa kir û derbasî AK Partiyê bû.
Operasyonên 31ê Gulanê
31ê Gulana 2025an li Stenbolê pêleke din a mezin çêbû.
Şaredarên Buyukçekmece (Hasan Akgun), Gazîosmanpaşa (Hakan Bahçetepe), Avcilar (Utku Caner Çaykara), Ceyhan (Kadîr Aydar) û Seyhan (Oya Tekîn) hatin girtin û ji kar hatin dûrxistin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar û yê Antalyayê Muhîttîn Bocek hatin girtin, Karalar paşê hat berdan.
Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere jî hat desteserkirin lê hat berdan û vegeriya ser karê xwe.
Muhittîn Bocek, bi armanca ku ji "qanûna poşmaniya çalak" sûdê wergire îfade da û hinek îdiayên li ser xwestina 1 milyon euroyî ya birêvebiriya CHPyê (Ozgur Ozel û Velî Agbaba) anî ziman.
CHPyê ev îdia bi tundî red kirin.
Îzmir, Bolu û Uşak
Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û şaredarên Guzelbahçe, Buca û Seferîhîsarê di demên cuda de hatin girtin.
Li ser Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan biryara girtinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Kuşadasiyê Omer Gunel jî hat girtin.
Serokê Şaredariya Uşakê Ozkan Yalim piştî ku li otelekê hat desteserkirin, ji partiyê hat dûrxistin û hat girtin.
Yalim jî bû îtîrafkar û li ser Ozgur Ozel îdiayên giran ên bertîl û pereyan anî ziman.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Mustafa Bozbey û Serokê Şaredariya Ataşehîrê Onursal Adiguzel niha girtî ne.
Çankaya û fezlekeyên li ser parlamenteran
Piştî guhertinên berfireh ên di kadroya Dadgeha Enqereyê de (Hezîrana 2026an), li dijî Şaredariya Çankayayê operasyon pêk hat û li ser Serokê Şaredariyê Huseyîn Can Guner biryara desteserkirinê derket.
Ji hêla din ve, bi îdiayên ku xwe dispêrin îfadeyên şaredarên girtî Ozkan Yalim û Muhîttîn Bocek, li ser Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel, Parlamenterê CHPyê Velî Agbaba û çend parlamenterên din ên CHPyê (wek Alî Mahîr Başarîr, Umut Akdogan) bi xwestina rakirina parêzbendiyê fezleke hatin amadekirin ku ji parlamentoyê re werin şandin.
Şaredarên ku derbasî AK Partiyê bûn
Di vê pêvajoya dijwar a lêpirsînan de, hinek şaredarên CHPyê ku li ser wan îdiayên gendeliyê hebûn, biryar da derbasî nav AK Partiyê bibin.
Di nav wan de Ozlem Çerçîoglu (Aydin), Burcu Koksal (Afyonkarahîsar), Mesut Ozarslan (Keçîoren) û Umut Yilmaz (Şehîtkamîl) hene.
Bi giştî hejmara şaredarên ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji CHPyê veqetiyan û tevlî AK Partiyê bûn, gihîşt 17an.



