Stenbol (Rûdaw) - Çalakiya Dayîkên Şemiyê ya ku 27ê Gulana 1995an li ber Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê dest pê kiribû, ket hefteya xwe ya 1111an.
Dayîkên Şemiyê û malbatên ku xizmên wan bi destê dewletê hatine windakirin, careke din aqûbeta kesûkarên xwe pirsî.
Meydana Galatasarayê hîn jî bi bendên hesinî girtî ye. Hêzên ewlehiyê tenê destûrê didin ku 10 kes wêneyên xizmên xwe vekin.
'Fehmî ji ber ku Kurd bû hat windakirin'
Xanim Tosûn dîsa serê sibehê ji mala xwe derket û berê xwe da Meydana Galatasarayê.
Wekî hemû şemiyên van 31 salan, bi malbatên din ên windayan re wêneya hevjînê xwe Fehmî Tosûn di destê wê de bû.
Fehmî Tosûn 19ê Çiriya Pêşîn a 1995an hatibû desteserkirin û ji wê rojê ve winda ye.
Xanim Tosûna hevjîna Fehmî Tosûn li ser windakirina hevjînê xwe ev tişt gotin:
"Hevjînê min Fehmî Tosûn li metropola herî mezin a Tirkiyeyê, li Stenbolê li ber mala me hat desteserkirin û windakirin.
Ev yek di nava arşîvên dewletê de heye. Em dixwazin aştiyeke birûmet were vî welatî. Divê pêşî Dayîkên Şemiyê werin dîtin."
Xanim Tosûnê diyar kir ku barê wê gelekî giran bûye û got:
"Min 5 zarokên xwe bê bav mezin kirin. Dê dewlet çawa vê valahiyê dagire? Fehmî ji ber ku Kurd bû û li nasnameya xwe xwedî derdiket hat windakirin."
Mîrasa nifşê duyem
Besnaya keça Fehmî Tosûn jî hema bêje li Meydana Galatasarayê mezin bûye. Ew nifşê duyem ê malbatên windayan e.
Besnayê li aliyekî her hefte li vê meydanê aqûbeta bavê xwe pirsî, li aliyê din jî xwend û bû parêzer.
Ew niha hem wekî ferdekî malbatê hem jî wekî mafparêzekê aqûbeta bavê xwe û kesên din ên ku hatine windakirin dipirse.
Besna Tosûnê bal kişand ser destpêka çalakiyê û diyar kir:
"Beriya 30 salî me li vê meydanê ji bo xizmên xwe yên winda û ji bo ku êdî kes neyê windakirin ev çalakî da destpêkirin.
Rast e ku me bi têkoşîna xwe rê li ber windakirinên nû girt lê em wekî din li heman cihî ne."
Besna Tosûnê tekez kir ku ew dev ji mîrasa dayîka xwe bernade û pê de çû:
"Me beriya 30 salî çi daxwaz dikir, em îro jî heman tiştî dixwazin. Ez wekî nifşê duyem li vir im.
Ez bi mîrasa ku dayîka min teslîmî min kiriye têm. Tevî ku wan lêdan xwar, hatin desteserkirin û bi erdê re hatin kaşkirin jî dev ji çalakiya xwe berneda."
'Qet nebe divê dewlet vê meydanê veke'
Çalakiya Dayîkên Şemiyê ket hefteya xwe ya 1111an û 31 sal li pey xwe hiştin.
Ev çalakî, li cîhanê wekî çalakiya herî demdirêj didome.
Ne diyar e bê dê ev daxwaza malbatan çend hefteyên din jî bidome.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê jî wiha anî zimên:
"Li vir têkoşîneke gelekî rewa û bêîteat heye ku bi salan e didome. Divê dewlet qet nebe vê meydanê veke. Ev jî dibe gavek.
Dewlet dikare vê yekê bike. Bicihnekirina daxwazeke ew qas hêsan, hêviyên me yên ji bo aştî û çareseriyê diçilmîsîne."
Çalakiya Dayîkên Şemiyê ji xeynî dema qedexeyan, havîn û zivistanê bê navber didome.
Dayîkên Şemiyê yên ku ji Dayîkên Plaza De Mayoyê yên Arjantînê sûd wergirtibû, gelek caran rastî tundî, desteserkirin û êrişan hatin.
Lê belê israr û daxwaza wan ti carî têk neçû û têkoşîna wan hîn jî didome.


