Hewlêr (Rûdaw) - Tevî rawestandina êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li Îranê jî nîşaneyên berfirehbûna şer li Deryaya Sor û Deryaya Qezwînê derketin holê.
Hûsiyan saziyên petrolê yên Erebistana Siûdî bombebaran kirin û Îranê hikûmeta Ukraynayê bi lêdana keştiyeke bazirganiyê tohmetbar kir.
Ajansa Reutersê belav kir ku Hûsiyên Yemenê yên ku "hevpeymanên Îranê ne" êrişî saziyên şirketa Aramcoyê ya Erebistana Siûdî yên li deverên Cîzan û Yenbûyê kiriye.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan pêgehên Aramcoyê kiriye armanc.
Dîmenên vîdeoyê yên ku hatine belavkirin nîşan didin ku dûyeke zêde ji qada petrolê ya Cîzanê bilind dibe.
Her wiha li navçeya Yenbûyê ku rêyeke sereke ya alternatîf a Tengava Hurmizê ya ji bo hinardekirina petrola Erebistana Siûdî ye, 2 mûşekên balîstîk ji aliyê sîstema parastinê ya Patriotê ve hatin xistin.
Di bersiva êrişa Hûsiyan de, balafirên şer ên Hevpeymaniya Ereban a bi serokatiya Erebistana Siûdî, gelek baregehên leşkerî û cebilxaneyên Hûsiyan ên li parêzgehên Merib, Cewf û bajarê Hudeydeyê yê Yemenê bombebaran kirin.
Berpirsên Yemenê dibêjin ku her du aliyên şerê navxwe yê welêt mijûlî komkirina hêzan in li ser eniyên pêş ên şer.
Ev jî nîşaneya têkçûna temam a agirbesta sala 2022yan e.
Deryaya Qezwînê
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îranê bi awayekî fermî hikûmeta Ukraynayê bi êrişkirina ser keştiyeke bazirganiyê ya Îranê ya li Deryaya Qezwînê tohmetbar kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di nav keştiyê de teqînek çêbûye û di encamê de deryavanek miriye û yek jî birîndar bûye.
Tehranê ji ber vê yekê nûnerê Balyozxaneya Ukraynayê gazî wezaretê kir û êriş wekî "karekî dijminane û tawanbarî" pênase kir.
Ev tohmet piştî wê yekê tên ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di posteke tora civakî de pesnê encamên "êrişên dûravêj" ên welatê xwe yên li Deryaya Qezwînê da.
Ev yek wekî amajeyekê bû ji bo lêdana wan keştiyên ku kel û pelên leşkerî vediguhêzin, her çend wî nasnameya keştiyan diyar nekiribe jî.
Rawestandina êrişên Amerîkayê û amadehiya Erebistana Siûdî
Hêzên Amerîkayê piştî 13 şevan, cara yekem êrişî Îranê nekir.
Berpirsekî bilind ê birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ajansa Reutersê re ragihand ku Trump her tim vebijêrka dîplomasiyê baştir dibîne lê "nîşanî Îranê daye ku eger cidî neyên ser maseya gotûbêjan dê çi rû bide."
Raporeke rojnameya New York Timesê amaje pê dike ku Trump ji ber ku dilgiran e cebilxaneyên mûşekên parastinê kêm bibin, plana zêdekirina êrişan ji bo demekê rawestandiye.
Li aliyê din, bipêşketina gotûbêjên Uman û Îranê yên li Tehranê yên li ser dîtina mekanîzmayekê ji bo vekirina Tengava Hurmizê, yek ji wan sedemên din e ku êrişên Amerîkayê rawestandine û hêviyek ji bo peymanekê çêkiriye.
Şerê li Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, niha derbasî qonaxeke nû bûye ku tê de rêyên avî bûne armanca sereke.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) dorpêçkirina benderên Îranê û têkbirina wan keştiyên ku dixwazin dorpêçê bişikînin didomîne û Hûsî jî gefa lêdana saziyan petrolê yên Erebistana Siûdî dixwin.



