Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya pêvajoya çareseriyê ku ji 12 xalan pêk tê bi navê "Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" û bi 360 îmzeyan pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.
Di pêşniyaryasayê de wekî merc hatiye diyarkirin ku divê PKK çekan deyne û ev yek ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ve bê piştrastkirin.
Pêşniyaryasa, bipaşxistina lêpirsîn, darizandin û cezayan ji bo 5 û 10 salan li xwe digire lê tawanên kuştina bi qestî û dosyeyên beriya 1ê Hezîrana 2005an li derveyî vê çarçoveyê dihêle.
Naveroka yasayê û şêwazê bicihanîna wê yek ji wan mijaran e ku herî zêde ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin.
Hûrgiliyên pêşniyaryasayê bi vî rengî ne:
Mercê sereke danîna çekan e
Li gorî pêşniyaryasayê, divê saziyên ewlehiyê destnîşan bikin ku PKKyê hebûna xwe bi dawî aniye û hemû çek û cebilxaneyên di kontrola xwe de radest kirine.
Her wiha divê biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ya li ser vê yekê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.
Yasa kê li xwe digire?
Hukmên yasayê dê van tawanan li xwe bigire: “Damezirandin an birêvebirina PKK/KCKyê, endamtiya rêxistinê an jî bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarîkirin, propagandaya rêxistinê, tawanên di çarçoveya çalakiyên vê rêxistinê de hatine kirin û tawanên di çarçoveya Yasaya Hejmar 6415 a 7ê Sibata 2013an a li ser Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorê de hatine kirin.”
Cezayên girtîgehê tên bipaşxistin
Lêpirsîn û dozên li ser tawanên di vê çarçoveyê de ku cezayê wan 15 sal an kêmtir e dê ji bo 5 salan bên bipaşxistin.
Lêpirsîn û dozên li ser tawanên ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir, heta hetayê yan jî heta hetayê ya girankirî ye dê 10 salan bên bipaşxistin.
Ji bo lêpirsînên ku piştî weşandina biryara MGKyê ya di Rojnameya Fermî de bên destpêkirin û tawanên beriya vê dîrokê hatine kirin, divê destûra desteyê bê wergirtin.
Kuştina bi qestî li derveyî yasayê ye
Tawanên kuştina bi qestî yên di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de hatine kirin û tawanên beriya 1ê Hezîrana 2005an ku cezayê heta hetayê yan jî heta hetayê yê girankirî ne, li derveyî vê çarçoveyê ne.
Li dijî biryarên bipaşxistinê yên dadgerê înfazê dikarin serî li rêyên îtirazê bidin.
Şertê rakirina biryara bipaşxistinê
Eger di dema bipaşxistinê de yek ji tawanên “terorê” bê kirin, biryara bipaşxistinê dê bê rakirin û înfaza cezayê dê bidome.
Eger ev dem bêyî kirina tawanan derbas bibe, dê ceza wekî înfazkirî bê hesibandin.
Komîteya çavdêriyê tê avakirin
Piştî weşandina yasayê di Rojnameya Fermî de, dê komîteyeke bi serokatiya Alîkarê Serokkomar û bi beşdariya Wezîrên Dadê, Karên Derve, Karên Navxwe, Parastinê, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê MÎTê û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) çavdêrî û nirxandina çalakiyan bike.
Her wiha dê ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve Komîsyona Çavdêriyê bê avakirin.
Çek û cebilxane tên tomarkirin
Çek, cebilxane, amûr, teçhîzat, madeyên teqemenî û her cure kel û pelên ku endamên rêxistinê bi xwe re bînin an jî beyan bikin, dê bên tomarkirin.
Serlêdan dê ji bo kû derê bin?
Kesên ku dixwazin ji hukmên vê yasayê sûdê wergirin, divê di nav 6 mehan de piştî weşandina biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi nivîskî serî li serdozgeriyên komarî yên cihê lê dimînin an jî saziyên ku ji aliyê desteyê ve hatine erkdarkirin, bidin.
Ji bo berpirsan parastina hiqûqî
Kesên ku erkên di çarçoveya armanc û çalakiyên vê yasayê de bi cih tînin, ji ber van erkan dê ti berpirsyariyên hiqûqî, îdarî yan jî cezayî li ser wan çênebe.
Partiyên ku pêşniyaryasa îmze kiriye
Pêşniyaryasa ji aliyê parlamenterên AK Partî, MHP, DEM Partî, HUDA PAR, CHP, Partiya NÛ û beşek ji parlamenterên serbixwe ve hat îmzekirin.



