Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaryasaya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatibû amadekirin, îro pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.
Ev pêşniyaryasa Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên ku di Doza Kobaniyê de hatine darizandin jî li xwe digire.
Li gorî agahiyan, siyasetmedarên nêzîkî PKKyê yên li Ewropayê jî dê karibin ji vê yasayê sûdê wergirin û vegerin.
Berê jî di medyayê de nûçe derketibûn ku li Ewropayê ji bo vê yekê amadehî tên kirin.
Li hêla din, ev pêşniyaryasa ne tenê ji bo kesên ku çekan datînin e, di heman demê de ji bo kesên ku bi tohmeta "terorê" tên darizandin e.
Mafên siyasî û vegera qada siyasetê
Li gorî pêşniyaryasayê, kesên ku ceza yan jî doz û lêpirsînên wan hatine bipaşxistin, dê bi biryara komîteyeke ku were avakirin karibin vegerin qada siyasetê.
Kesên ku ceza û dozên wan 5 salan hatine bipaşxistin piştî 2 salan û yên 10 salan hatine bipaşxistin piştî 3 salan, dê bi biryara komîteyê karibin bibin endamên partiyên siyasî û bibin namzed.
Xaleke balkêş a projeyasayê heye ku yasa piştî ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, yekser nakeve meriyetê.
Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) dê piştrast bike ku rêxistinê çek danîne.
Piştî ku ev biryara MGKyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin, dema yasayê dê dest pê bike û ev dem dê bi 6 mehan sînordar be.
Kesên ku di nava 6 mehan de serlêdanê nekin, dê nikaribin ji yasayê sûdê wergirin.
Li gorî pêşniyaryasayê daxuyaniya PKKyê ya bi rengê "me çek danîn" têrê nake.
Li gorî pêşniyarê, divê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê tesbît bikin ku PKKyê bi hemû pêkhateyên xwe ve hebûna xwe ya fîzîkî bi dawî kiriye û çek danîne, meqama dawî ya piştrastkirinê jî MGK ye.
Ev sererastkirin tawanên wekî birêvebirî, endamtî, alîkariya bi zanebûn û propagandaya di çarçoveya PKK/KCKyê de li xwe digire.
Her wiha tawanên di çarçoveya çalakiyên rêxistinê de û tawanên di "Yasaya li ser Rêlibergirtina Fînansekirina Terorê" ya bi hejmara 6415an de jî di nav vê yasayê de ne.



