Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser Yasaya Çarçoveyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin got, “Ev yasa, bi naveroka xwe miletê Kurd rencîde dike û rûmeta neteweyî ya Kurdan dişkîne.”
Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê Yasaya Çarçoveyê de daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe anî zimên.
PWKyê ragihand ku ev yasa "berdewamiya pêvajoya tunehesibandin, mijûlkirin û paşguhkirina miletê Kurd e".
PWKyê bal kişand ser dîroka polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û got:
"Dewleta Tirk zêdetirî sedsalekê ye ku siyaseta red, înkar û îmhayê dimeşîne. Îro ev siyaset bi navê 'pêvajoyeke nû' û bi hişmendiya 'Bila Kurd li ti derê nikaribin statuyeke siyasî û mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin' tê nûkirin."
PWKyê diyar kir ku biryara PKKyê ya ji bo danîna çekan di berjewendiya Kurdan de ye.
Lê belê wan destnîşan kir ku divê Tirkiye jî dawî li operasyonên xwe yên leşkerî li her çar parçeyên Kurdistanê bîne.
PWKyê xwest ku hevdîtinên neşefaf û li pişt deriyan bi dawî bibin û daxwazên demokratîk û neteweyî yên Kurdan werin qebûlkirin.
Daxuyaniya bi vî rengî ye:
“Yasaya Çarçoveyê 10ê Tebaxa 2026an li Parlamentoya Tirkiyeyê, bi dengên AK Partî, MHP, DEM Partî, HUDAPAR, TÎP, EMEP, DSPyê û hinek ji parlamenterên CHPyê hat qebûlkirin.
Siyaseta sedsalî didome
Dewleta Tirk zêdetirî sedsalekê ye ku siyaseta red, înkar û îmhayê dimeşîne.
Îro ev siyaset bi navê pêvajoyeke nû, bi hişmendî û siyaseta `Bila Kurd li ti derê nikaribin statuyeke siyasî û mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin` tê nûkirin.
Di van du salên dawî yên pêvajoyê de îsbat bûye ku ev pêvajo, pêvajoya red, înkar, mijûlkirin, paşguhkirin, tesfiye û rencîdekirinê ye.
Her wiha ev proje di eslê xwe de projeyeke dewleta Tirk e ku bi piştgiriya Abdullah Ocalan tê meşandin. Yasaya Çarçoveyê jî qonaxeke siyasî û hiqûqî ya vê projeyê ye.
Darbeya li Rojavayê Kurdistanê
Ev proje di qonaxa pêşîn de bi armanca rêgirtina li destkeftiyên neteweyî, erdnîgarî û siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û di vê armancê de derbeyeke gelekî mezin li Kurdên Rojavayê Kurdistanê xist.
Ji destpêka vê projeyê heta îro diyar dibe ku siyaseta `Tirkiyeyeke Bêteror, Herêmeke Bêteror` ne tenê ji bo rêlibergirtina maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ye.
Ev, di heman demê de ji bo rêlibergirtina statuyeke siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Her wiha bi hevkariya hikûmetên Îraq, Sûriye û Îranê dorpêçkirin û lawazkirina destkeftiyên federe yên Herêma Kurdistanê ye û pêşîlêgirtina destkeftiyên nû yên li Başûrê Kurdistanê ye.
Bêbeşhiştina ji mafan
Bipêşketinên nû yên li Rojhilata Navîn dikarin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zemîna mafên neteweyî û demokratîk ên Kurdan xurt bikin. Lewma jî lingekî din ê vê projeyê astengkirin û xerabkirina wê zemînê ye.
Yasaya Çarçoveyê PKKyê û kesên pê re têkildar in wekî terorîst pênase dike û pêvajoyê wekî pêvajoya `Tirkiyeyeke Bêteror, Herêmeke Bêteror` bi nav dike. Rayedarên dewleta Tirk vê yasayê wekî gaveke dîrokî ya aramiyê dinirxînin.
Miletê Kurd rencîde dike
Lê belê di vê Yasaya Çarçoveyê de mirov rastî gotinekê nayê ku qala çareseriya Pirsgirêka Kurdan bike. Mirov rastî hevokeke li ser maf û azadiyên Kurdan nayê. Azadiya raman, rêxistinbûn û azadbûna girtiyên siyasî tê de nînin.
Berovajî vê yekê, Pirsgirêka Kurdan wekî `pirsgirêkaa terorê` pênase dike û daxwazên Kurdan wekî çavkaniya potansiyel a terorê dibîne.
Ev yasa bi naveroka xwe îsbat dike ku ev proje projeyeke xapandin, tesfiye û rûmetşikandinê ye.
Şûrê Demokles
Em li dijî gavên ku rê li ber azadiya girtiyên siyasî vedikin û xizmeta aştiyeke rasteqîn dikin dernakevin.
Lê belê, Yasaya Çarçoveyê însiyatîfê dide rayedarên dewletê û cezayan bi şert û merc bi paş de dixe. Ev şert û merc wekî `Şûrê Demokles` li ser serê mirovan tên hejandin.
Ev yasa miletê Kurd rencîde dike û rûmeta wan a neteweyî dişkîne. Ev yasa careke din vejandin û berdewamiya qanûnên serdema destpêka komarê ye ku armanca wan `Tirkkirin û yekkirin` bû.
Ocalan û siyaseta dewletê
Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an û di daxuyaniyên xwe yên dawî de her cure mafê statuya siyasî, neteweyî û daxwazên kolektîf ên miletê Kurd tune dihesibîne.
Ocalan nêrînên wekî `komara demokratîk, neteweya demokratîk, entegrasyona demokratîk, pergala komunal û entegrasyona bi civaka Tirk re` wekî rêya çareseriyê pêşkêş dike.
Ev daxuyanî û nirxandinên Ocalan, dubarekirina siyaseta dewleta Tirk e ku ev zêdetirî sedsalekê ye li ser bingeha `Yek dewlet, yek netewe, yek welat, yek al, yek ziman` tê birêvebirin. PKK û DEM Partî jî bi temamî piştgiriyê didin van helwestên Ocalan.
Tevî van tiştan jî Ocalan û berdevkên PKK û DEM Partiyê hîn jî dibêjin, `Ev yasa di demokratîkbûn û çareseriya Pirsgirêka Kurdan de gava yekem e.`
Em dixwazin ji Ocalan, PKK û DEM Partiyê bipirsin: Gelo li pişt deriyên girtî, bi awayekî veşartî, di navbera we û dewleta Tirk de lihevhatineke taybet heye ku hûn ji gelê me vedişêrin û hûn dibêjin ev yasa 'gava yekem' e?
Heke lihevhatineke we hebe, hûn dê çawa ji gelê me re îzah bikin ku hûn tiştên ku dewlet dizane ji gel vedişêrin?
Me gelek caran gotiye ku di 10 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê çalakiyên çekdarî yên ciddî yên PKKyê nemane. Hebûna wê ya çekdarî li Başûrê Kurdistanê zererê dide destkeftiyan û ji dewleta Tirk re hincetan çêdike.
PKKyê dikarîbû beşeke mezin a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rêyên aştiyane radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikira lê mixabin bi windakirina jiyana gelek mirovan ew der radestî dewleta Tirk kirin.
Banga ji bo rawestandina şer
Em ducare dikin ku biryara danîna çekan a PKKyê di berjewendiya gelê me yê li her çar parçeyan de ye. Li şûna tundiyê me bi rê û amûrên siyasî, sivîl û demokratîk parastina têkoşîna azadiyê kir û em hîn jî dikin.
Lê divê dewleta Tirk jî dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li her çar parçeyên Kurdistanê bîne.
Lê belê ti garantî nîne ku dewleta Tirk dê dawî li şer û operasyonên leşkerî bîne.
Dawîanîna li hevdîtinên neşefaf
Em bangî Ocalan, PKK, DEM Partiyê û derdorên wan dikin ku dawî li hevdîtinên neşefaf ên li pişt deriyên girtî bînin. Rêzê li rûmet û daxwazên neteweyî yên miletê Kurd bigirin.
Em bangî gelê me, rewşenbîr, siyasetmedarên Kurdan û bi taybetî Kurdên ku deng dane DEM Partiyê dikin ku li dijî vê siyaseta înkarker rawestin û dengê xwe bilind bikin.
Em careke din bangî dewleta Tirkiyeyê dikin: Li hemû parçeyên Kurdistanê rêzê li mafên neteweyî û demokratîk ên miletê Kurd bigirin.
Rêya aştiyeke rasteqîn bi naskirina mafên miletê Kurd vedibe. Tecrubeyên ku hatine jiyîn îsbat kirine ku heta miletê Kurd li welatê xwe mafê birêvebirina xwe bi dest nexe, ne ji bo Tirkiyeyê, ne ji bo Kurdistanê û ne jî ji bo Rojhilata Navîn aramî û demokrasî nayê.
Heyeta Nûnertiya Neteweyî ya Kurd
Hemû siyasetên qirkirin û înkarê nikarîbûn miletê Kurd ji holê rakin û têkoşîna wî rawestînin. Îro jî bi hevdîtinên veşartî ev têkoşîn nayê rawestandin.
Bê guman em alîgirê danîna çekan in. Lê belê girêdana mafên rewa yên miletê Kurd bi danîna çekan re, bi nirxên edalet û demokrasiyê re nagunce.
Divê bi beşdariya partiyên siyasî yên Kurdan, saziyên sivîl û kesayetên aqilmend `Heyeta Nûnertiya Neteweyî ya Kurd` were avakirin.
Divê dewleta Tirk ji bo Pirsgirêka Kurdan a 30 milyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, vê heyetê wekî mixetabê esasî qebûl bike.
Divê Ocalan, PKK û DEM Partî jî rêzê li vîna vê heyetê bigirin da ku ji bo mafên neteweyî pêvajoyeke rasteqîn a aştî û çareseriyê dest pê bike.”

