Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku divê pêvajoya çareseriyê bi lezgînî berdewam bike
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamenter Pervîn Buldan û Parlamenter Mîthat Sancar pêk tê, beriya hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Şandeyê diyar kir ku divê ew piştî hevdîtinê di demeke zû de bi Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bikin.
Pervîn Buldanê da zanîn ku ew dê hevdîtineke girîng bi Serokkomar re pêk bînin û got:
“Em dê li ser çend mijaran biaxivin. Em dê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bidin û wan mijaran eşkere bikin.
Em dê di hevdîtinê de qala hemû bendewarî û tiştên ku divê bên kirin bikin. Em bi qanûnê derbasî qonaxeke nû dibin. Divê pêvajo bi lezgînî bê meşandin.”
"Aştî rêyeke dirêj e"
Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku aştî rêyeke dirêj e û wiha axivî:
“Ji bo ku em li ser vê rêyê bimeşin pêwîstiya me bi qanûnan heye. Bi yasaya çarçoveyê gava ewil a qanûnî hat avêtin.
Em dê pêşniyarên xwe bînin zimên. Her wiha em dê nêrînên xwe yên li ser wan gavên ku divê piştî vê qanûnê bên avêtin jî bînin zimên.”
Çûna Îmraliyê û pêşniyara qanûnê
Mîthat Sancar da zanîn ku li ser banga Abdullah Ocalan niha ti agahiyên wan nîne û got:
“Em hîn neçûne giravê. Em li bendê ne ku di demeke zû de biçin giravê. Ji bo ku pêvajo berdewam bike pêwîstî bi komîteyan heye.
Dê qanûn piştî rapora MGKyê têkeve meriyetê. Em dê ji Birêz Serokkomar re jî wê pêşniyara xwe bikin ku divê ev qanûn di demeke zû de têkeve meriyetê.”
"Divê em bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin"
Pervîn Buldanê da zanîn ku ew li bendê ne di demeke zû de biçin Girava Îmraliyê û wiha pê de çû:
“Divê em piştî vê hevdîtinê di demeke zû de bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.
Em dê piştre li ser wê komîteya ku dê li Parlamentoyê bê avakirin bi Birêz Numan Kurtulmuş re jî hevdîtinê bikin. Lê ji bo hevdîtinan hîn plansaziyek nîne.
Lê beriya ku qanûn têkeve meriyetê divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bikevin meriyetê. Bendewariya civakê jî ev e û em dê van mijaran bînin zimên. Divê ji aliyê hiqûqî ve gav bên avêtin.”
Her wiha Pervîn Buldanê li ser pirsa berdana Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku ew dê qala hemû tiştan bikin.

