Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna SAMERê piştgirî ji bo yasayê çareseriyêheye,lê baweriya bi aştiyê kêm e.
Ev yasa bi navê "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" hatibû qebûlkirin.
Rapirsî li 21 parêzgehan bi hezar û 166 kesan re hatiye kirin.
Li gorî amarên rapirsiyê, her çi qasî civak vê gava yasayî wekî "destpêkeke erênî" binirxîne jî ew vê yasayê ji bo aştiyeke mayînde bi serê xwe têr nabîne.
SAMERê encamên xebata xwe ya li ser "Yasaya Çarçoveyê" parve kirin.
Ev yasa niha di rojeva raya giştî de ye û rapirsî di navbera 8 û 20ê Tebaxa 2026an de hatiye kirin.
Lêkolîn li 21 parêzgehên wekî Amed, Stenbol, Wan, Mêrdîn, Enqere û Îzmîrê pêk hatiye.
Nêrîn, bendewarî û dilgiraniyên kûr ên gel ên li ser pêvajoyê bi vê xebatê derketin holê.
Piştgiriyeke mezin
Li gorî encaman, piraniya raya giştî piştgiriyê dide yasayê.
Ji sedî 37,3yê beşdaran bersiva "Ez tekez piştgiriyê didimê" daye. Ji sedî 40,4ê wan jî bersiva "Ez piştgiriyê didimê" daye.
Bi vê yekê re, rêjeya giştî ya piştgiriyê gihîştiye ji sedî 77,7an.
Rêjeya kesên ku bi tundî li dijî vê yasayê derdikevin tenê ji sedî 4,7 e.
Li gorî meyla dengderan piştgiriya herî zêde bi rêjeya ji sedî 90,3yan ji dengderên DEM Partiyê (berê deng dabûn YSP/HDPyê) hatiye.
Her wiha ji sedî 64,1ê dengderên CHPyê û ji sedî 58,4ê dengderên AK Partiyê piştgirî daye yasayê.
Ji bo aştiyeke mayînde têr nake
Piştgiriyeke zêde heye lê dîsa jî baweriya ku dê ev yasa bi serê xwe aştiyê pêk bîne gelekî qels e.
Ji sedî 78,7ê beşdaran diyar kiriye ku ew vê gavê ji bo aştiyeke mayînde "têrnaker" an jî "tekez têrnaker" dibînin.
Di raporê de wiha tê gotin:
"Encam nîşan didin ku piraniya beşdaran li ser Yasaya Çarçoveyê agahdar in. Ew bi giştî piştgiriyê didin vê pêngavê.
Lê beşdar difikirin ku yasa bi serê xwe ji bo aştiyeke mayînde têr nake. Dilgiraniyên wan ên cidî li ser qonaxa bicihkirinê, derxistina yasayên pêwîst û birêvebirina pêvajoyê hene."
Li gorî partiyan, rêjeya kesên ku yasayê têrnaker dibînin bi vî rengî ye:
Dengderên CHPyê ji sedî 91,4, dengderên YSP/HDPyê ji sedî 89,6 û yên partiyên çepgir ên din jî ji sedî 80.
Li aliyê din, ji sedî 37,5ê dengderên AK Partiyê yasayê têrnaker dibînin û ji sedî 37,5ê wan jî bêbiryar in.
Pirsgirêka pêbaweriyê heye
Li gorî lêkolînê, di nava raya giştî de li ser bicihkirina yasayê pirsgirêkeke cidî ya pêbaweriyê heye.
Ji sedî 47,1ê beşdaran difikirin ku dê di pratîkê de pirsgirêk derkevin.
Her wiha ji sedî 33,1ê wan jî pêşbînî dikin ku dê hinek pirsgirêk çêbibin.
Li ser mijara "Dilgiraniya derneketina yasayên din", ji sedî 52,6ê beşdaran destnîşan kiriye ku ew bi eşkereyî dilgiran in.
Ji sedî 34,4ê wan jî gotiye ku ew hinek dilgiran in.
Bi giştî ji sedî 87ê beşdaran li ser aqûbeta gavên din ên pêvajoyê dilgiran in.
Ji sedî 66,8ê beşdaran dibêjin divê yasayên nû "hema bi destpêkirina bicihkirinê re" derkevin.
Rêjeya kesên ku li bendê ne di nava 5 mehên destpêkê de ev yasa temam bibin, digihîje ji sedî 88,9an.
Navnîşana sereke Parlamento ye
Ji bo pirsa "Tê payîn kîjan alî di qonaxa pêş de herî zêde bibandor bin", Parlamentoya Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 69,8an di rêza yekem de cih girtiye.
Piştî Parlamentoyê, bi ji sedî 52,4an civaka sivîl û bi ji sedî 51ê jî Abdullah Ocalan tê.
Li aliyê din, ew merc heye ku sûdwergirtina endamên PKKyê ya ji vê yasayê bi rapora tespît û piştrastkirinê ya Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve girê dide.
Ji sedî 45,4ê gel diyar kiriye ku ew li dijî vî mercî ne. Rêjeya kesên ku piştgiriyê didin vî mercî tenê ji sedî 20,5 e. Her wiha ji sedî 29,8ê beşdaran jî eşkere kiriye ku ew bêalî ne.
Perwerdeya bi zimanê dayîkê
Rapora SAMERê îsbat dike ku pêdiviya civakê ne tenê bi yasayeke çarçoveyê her wiha bi pakêteke berfireh a demokratîkbûnê heye.
Hemû daxwazên reforman ên ji bo pêngavên bê, ji sedî 80yî zêdetir piştgirî dîtine:
· Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê: Ji sedî 88,9
· Yasaya duyem a berfirehkirinê: Ji sedî 87,1
· Guhertina Yasaya Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK): Ji sedî 85,4 / Ji sedî 85,3
· Garantiya mafê hilbijartin û berbijêrbûnê: Ji sedî 84,9
· Rakirina pergala qeyûman: Ji sedî 84,2
· Garantiya destûrî ji bo nasnameya Kurdî: Ji sedî 84,0
· Azadiya raderbirîn û rêxistinkirinê: Ji sedî 84,0
· Bihêzkirina birêveberiyên xwecihî: Ji sedî 81,7
Divê pêvajo şefaf be
Di encamnameya raporê de hatiye destnîşankirin ku her çi qasî Yasaya Çarçoveyê zemîneke erênî ava kiribe jî ji bo domdariya vê yekê gavên hikûmet û parlamentoyê gelekî krîtîk in.
Li ser vê yekê jî wiha tê gotin, “Berdewamiya vê piştgiriya xurt bi pêkanîna polîtîkayên hemûgir, şefaf, şopbar û pêbawer ve girêdayî ye.
Amarên heyî nîşan didin ku beşeke girîng a civakê Yasaya Çarçoveyê wekî destpêkeke erênî dinirxîne.
Lê ji bo çareseriyeke mayînde û domdar, pêdivî bi reformên berfirehtir ên hiqûqî, demokratîk û siyasî heye."
.webp&w=3840&q=75)


