Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku ev pêvajo polîtîkayeke dewletê ye û divê hemû alî tevlî bibin.
Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser pêvajoya çareseriyê peyamek belav kir.
Yildiz di peyama xwe de banga zimanekî baldar û sebrê kir.
Polîtîkayeke berfireh a dewletê
Feti Yildiz da zanîn ku “vîzyona” pêvajoya çareseriyê ne tenê polîtîkayeke ewlehiyê ye ew polîtîkayeke berfireh a dewletê ye jî.
Yildiz anî zimên ku ev polîtîka parastina hebûna dewletê, bihêzkirina eniya navxweyî û serweriya hiqûqê li xwe digire.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê destnîşan kir ku ev vîzyon yekbûna civakî, piştgiriya neteweyî û paşeroja stratejîk a dewletê bingeh digire û wiha domand:
"Divê em kesên xwedî hestiyariyên cuda jî tevlî vê pêvajoyê bikin û ti kesî li derve nehêlin.
Pêwîst e em bi sebir rastiyan nîşanî wan mirovan bidin ku wekî me nafikirin. Beriya her tiştî divê em zimanekî baldar û li gorî rihê vê pêvajoyê bi kar bînin."
Yasaya Çarçoveyê
Yildiz di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "Yasaya Çarçoveyê" jî.
Ev yasa ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin û bûbû yasa.
Yildiz diyar kir ku divê naveroka vê yasayê ji welatiyan re bi berfirehî were ravekirin û got:
"Divê em armanca Yasaya Çarçoveyê ya pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror û rewşa PKKyê ji mirovên xwe re şîrove bikin.
Divê em rewşa kesên di çarçoveya vê yasayê de ne û sûcên li derveyî yasayê mane ji nû ve rave bikin.
Di heman demê de, divê rawestandina fîîlî ya rêxistinê û radestkirina çek û cebilxaneyan bi berdewamî ji raya giştî re were ragihandin."
Fetî Yildiz her wiha da zanîn ku divê biryara Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û dîroka ketina fermiyetê ya vê yasayê jî ji xelkê re were gotin.

.webp&w=3840&q=75)

