Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê li dibistaneke navendî ya "Îmam Xetîbê" ku bi perwerdeya xwe ya olî tê naskirin, di êrişeke bi kêrê de 8 xwendekar birîndar bûn.
Bûyer îro serê sibehê demjimêr 08:40î li Dibistana Navendî ya Îmam Xetîbê ya Şêx Şamîl a Kayaşehîrê qewimî.
Êrişkar hat desteserkirin
Polîsan xwendekara êrişkar desteser kir û hat zanîn ku di dema desteserkirinê de du kêr bi wê re hatine dîtin.
Piştî bihîstina nûçeyê, malbatên xwendekaran bi tirseke mezin berê xwe da dibistanê.
Parêzgarê Stenbolê: Xwendekarek di neştergeriyê de ye
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul û Gerînendehiyê Ewlehiyê yê Stenbolê Selamî Yildiz piştî bûyerê çûn Nexweşxaneya Bajar a Çam û Sakurayê ya li Başakşehîrê.
Wan seriyek da xwendekarên birîndar û derbarê rewşa wan a tenduristiyê agahî wergirtin.
"Rewşa 5an ji wan sivik e”
Pişt re Parêzgar Gul ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku di bûyerê de bi giştî 8 xwendekar birîndar bûne û got:
"Rewşa 5an ji wan sivik e. Li gorî agahiyên ku bijîşkên me dane me, em pêşbînî dikin ku dê îro di nava rojê de tedawiya wan bi dawî bibe.
Tedawiya 2 xwendekarên me jî berdewam dike û nîşanên başbûna wan hene.
Lê xwendekarekî me niha di neştergeriyê de ye û pêvajo didome. Ji ber ku hîn ji neştergeriyê derneketiye, em di vê kêliyê de nikarin derbarê rewşa wî de ti nirxandinê bikin."
“Bi cilên dibistanê derbasî hundir dibe”
Parêzgarê Stenbolê her wiha derbarê xwendekara êrişkar jî agahî dan û got:
"Ya ku êrişa bi kêrê kiriye, dîsa xwendekareke me ye ku li heman taxê, li cihekî gelekî nêzîkî dibistanê dijî. Ew xwendekareke keç e û li dibistaneke din xwendina xwe didomîne.
Bi cilên dibistanê derbasî hundir dibe û bi rengekî bêserûber bi kêrê li zarokan dixe.
Bûyereke dadî li holê ye, serdozger û birêvebirên me li vir in. Dê pêvajoya dadê ji niha û pê ve jî berdewam bike."
Qedexeya weşanê hat ragihandin
Ji ber hestyariya bûyerê û metirsiya li ser aramiya giştî, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 3yemîn a Stenbolê, derbarê nûçe û agahiyên li ser bûyerê de biryara "qedexeya weşanê" da.
Lêpirsîna hêzên ewlehiyê ya derbarê bûyerê berdewam dike.



