Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Maltepeyê ya Stenbolê 3 qatên avahiya 7 qatî ya li Kolana Doguyê ya Taxa Cevîzliyê ji ber sedemeke nediyar herifîn.
Di encama rûxînê de 15 kes di bin kavilan de man.
10 kes ji aliyê tîman ve bi saxî hatin derxistin ku 3 ji wan zarok in.
Dîmenên rizgarkirina keçeke biçûk a ji bin kavilên avahiyê, ji bo tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bû cihê hêviyê.
"Mesût hîn jî di bin kavilan de ye"
Hat ragihandin ku 3 kes hîn jî di bin kavilan de ne.
Yek ji wan Mesût Bileceyê 40 salî yê ji navçeya Farqînê ya Amedê ye.
Hevjîn û 3 zarokên wî hatin rizgarkirin lê ew bi xwe hîn jî di bin kavilan de ye.
Malbat û xizmên wî bi hêviyeke mezin li benda rizgarkirina wî ne.
Apê Mesut Bilece, Mihemed Emîn Bilece li ser bûyerê got:
"Bûyer serê sibehê zû qewimî. Biraziyê min Mesût bi malbata xwe re ev salek e di vê avahiyê de dijiya.
Ew di qata 2yan de diman. Hevjîn û 3 zarokên wî hatin rizgarkirin lê Mesût hîn jî di bin kavilan de ye.
Cihê wî tê zanîn. Tîm ji qata 3yan hewl didin xwe bigihînin wî. Em telefonî wî dikin lê bersivê nade."
Zarokekî 5 salî canê xwe ji dest da
Di avahiya ku ji 12 daîreyan pêk dihat de 33 kes dijiyan. Di vê bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da.
Cenazeyê kesekî 24 salî di bin kavilan de hat dîtin.
Zarokekî 5 salî jî ku birîndar hatibû derxistin, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Kesên ku li qatên jorîn ên avahiyê asê mabûn, ji aliyê tîman ve hatin derxistin.
"Bi dengê herifînê ji xewê şiyar bûm"
Tolga Gurpinarê ku ji avahiyê hat rizgarkirin û bi sivikî birîndar bûye, qala wan kêliyan kir û got:
"Bûyer saet 06:00ê rû da. Ez di xew de bûm. Bi dengê herifînê ji xewê şiyar bûm.
Heta ji destê me hat em bi baldarî tevgeriyan. Paşê tîman em rizgar kirin.
Ya rastî jixwe avahiya me kevn bû. Me bi cîranan re biryar dabû ku em wê xira bikin û ji nû ve ava bikin."
Welatiya bi navê Ayşe ya ku mala wê nêzî avahiya ku herifiye jî qala bûyerê kir û got:
"Ji derve dengekî gelekî bilind hat. Keça min got, 'Dayê erdhej çêbû?' Min jî got na, erdheja çi ye.
Dema me nihêrî li derve qiyamet rabûbû, hawara xelkê bû.
Me jî xwe avêt derve û dît ku avahî herifiye. Jixwe avahiyeke gelekî kevn bû."
Xebatên rizgarkirinê didomin
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul ragihand, piştî ku xerakirina bi kontrol ya parçeyên mayî yên avahiyê bi dawî bibe, dê xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane bidomin.
Hat zanîn ku ev avahiya 7 qatî sala 1987an hatiye çêkirin.
Li gorî zanyariyên nefermî, 4 qatên vê avahiyê bi awayekî qaçax hatine lêkirin.
Têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û mîmar û şefê şantiyeyê yên avahiyê hatin desteserkirin.
Serokê Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya SARê Murat Uzan bal kişand ser avahiyên xetere yên li Stenbolê û got:
"Mixabin li Stenbolê hejmara avahiyên kevn û xirabe gelekî zêde ye. Em her tim hişyariyê didin.
Pêwîst e projeyên veguherîna bajêr bi lez bidomin. Heke avahiyek ji ber xwe ve biherife, li wir pirsgirêkeke gelekî cidî heye.
Sedem jî ew e ku avahî ji aliyê statîkê ve westiyaye û êdî nikare li ber xwe bide."

.jpg&w=3840&q=75)