Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo diyarkirina hûrgiliyên "Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê" ya pêvajoya çareseriyê, amadehiya hevdîtineke berfireh li gel aliyên siyasî dike.
Xebatên ji bo avakirina "Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê" ya ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de bê avakirin, ketin qonaxeke nû.
Piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî û AK Partiyê, tevgera li Enqereyê zêdetir bû.
Di wê civînê de, xebatên Desteya Şopandin û Nirxandinê ya ku di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz de tê birêvebirin û plansaziya komîsyona nû ya parlamentoyê hatibûn nirxandin.
Niha jî çav li ser hevdîtinên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş in.
Hejmara endamên komîsyonê dê çend be?
Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, AK Partî naxwaze ku ev komîsyon pir qelebalix be.
Ji bo ku xebat bi awayekî çalak û encamgir bi rê ve biçin, tê pêşniyarkirin ku hejmara endaman mîna Komîsyona Îstixbaratê sînordar be.
Tê çaverêkirin ku komîsyon ji 15, 17 yan jî 20 endaman pêk were.
Kursî dê çawa bên dabeşkirin?
Yek ji mijarên herî girîng ên ku dê di rojeva Kurtulmuş û nûnerên partiyan de be, parvekirina kursiyan e.
Kursiyên komîsyonê dê li gorî rêjeya komên siyasî yên li parlamentoyê bên dabeşkirin.
Rewşa partiyên ku ne xwedî kom in û hîn ne zelal e. Ev mijar dê di hevdîtina Kurtulmuş de bi giştî were nîqaşkirin.
Erka yasayî ya komîsyonê çi ye?
Ev komîsyon li ser bingeha "Yasaya Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" tê avakirin ku 10ê Tebaxa îsal li parlamentoyê hatibû pesendkirin.
Di çarçoveya vê yasayê de, erk û berpirsiyariyên komîsyonê bi awayekî fermî hatine diyarkirin.
Li gorî yasayê, Serokatiya Parlamentoyê vê komîsyonê ji bo çavdêrîkirina hemû qonaxên pêvajoyê ava dike.
Komîsyona Şopandinê dê çavdêriya xebatan bike û ji bo pêşvebirina pêvajoyê pêşniyaran pêşkêşî parlamentoyê bike.

.jpg&w=3840&q=75)
