Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa welatê wî par ji bo parastina Durziyan avahiya Wezareta Parastinê û Koşka Serokatiyê ya li Şamê kiriye armanc.
Netanyahu her wiha da zanîn ku wî ji bo "rawestandina komkujiya li dijî Durziyan" pêwendiyeke telefonî ya "kurt û tund" bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re kiriye.
Benjamin Netanyahu di çarçoveya amadehiyên ji bo hilbijartinên parlamentoyê de li ber alîgirên partiya xwe yên Durzî axivî.
Netanyahu di axaftina xwe de got:
"Me Wezareta Parastinê ya li Şamê xera kir, bi vî awayî ji holê rabû.
Her wiha me li nav komelgeha Koşka Serokatiyê xist û min bi Ehmed Şer re pêwendiyeke telefonî kir.
Axaftineke gelekî kurt û gelekî tund bû, pişt re jî komkujî rawestiya."
Bombebarana li Şamê
16ê Tîrmeha par, artêşa Îsraîlê avahiya Koşka Serokkomariyê ya Sûriyeyê ya li Şamê û Wezareta Parastinê ya wî welatî bombebaran kir.
Wê demê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihandibû ku ew bombebaran ji bo parastina Durziyên Sûriyeyê bûye ku li başûrê wî welatî dijîn.
Divê were gotin ku wê demê komên çekdar ên bedewî êrişî herêmên Durziyan ên li Sûriyeyê dikir.
"Pêbendiya min ji kûrahiya rihê min tê"
Serokwezîrê Îsraîlê careke din amaje bi pêbendbûna xwe ya ji bo parastina alîgir û hevalbendên xwe kir û got:
"Ji bo parastina birayên me, birayên we û yên me, ez dê her tiştê pêwîst bikim.
Em rê nadin ku komkujî bidome û divê em piştrast bin ku xelk dikare vegere ser mal û halê xwe."
Netanyahu diyar kir ku hîn hinek gavên din mane ku werin avêtin û li pey çû:
"Hîn bêhtir kar mane ku werin kirin. Ez nikarim hemû hûrgiliyan ji we re bibêjim lê ev soz û pêbendî ji kûrahiya rihê min derketiye."
Rêjeya Durziyan
Nifûsa Îsraîlê 10,2 milyon e û ji sedî 2yê wan Durzî ne ku bi piranî li bakurê welêt dijîn.
Her wiha, nifûsa Sûriyeyê jî nêzîkî 26,5 milyonan e û ji sedî 4ê wan Durzî ne ku ew jî bi piranî li başûrê welêt dijîn.


