کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rojhilata Navîn

CENTCOMê li Umanê keştiyeke bazirganiyê ji kar xist

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran27-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Em dê serê salê kevirê bingehîn ê Rêya Bipêşketinê deynin
Rojhilata Navîn26-11-2026

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Em dê serê salê kevirê bingehîn ê Rêya Bipêşketinê deynin

Îran: Li Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê şewitîn
Rojhilata Navîn25-11-2026

Îran: Li Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê şewitîn

Heybet Helbûsî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê bên çareserkirin
Rojhilata Navîn25-11-2026

Heybet Helbûsî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê bên çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja pêncşemê (26ê Çiriya Paşîn) li Kendava Umanê şiyana tevgerê ya keştiyeke bazirganiyê ji kar xistiye.

CENTCOMê îro (27ê Çiriya Paşîn) daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, balafireke leşkerî ya Amerîkayê bi mûşekeke arastekirî beşa paşîn a keştiya bazirganiyê ya bi navê "M/V Pacific Archer" a bi alaya Palauyê kir armanc.

Di encama lêdanê de sîstema tevgerê ya keştiyê ji kar ket.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya ku sotemenî bar kiribû piştî ku ji avên herêmî yên Bender Ebasê derketiye hewl daye ji herêmê derbas bibe.

Di çarçoveya dorpêçê de 6 keştî ji kar hatin xistin

CENTCOMê tekez kir ku dorpêç bi biryardarî berdewam dike.

Fermandariyê da zanîn ku hêzên Amerîkayê heta niha rêya 158 keştiyên bazirganiyê yên ku guh dane hişyariyan guhertiye.

Her wiha hêzên Amerîkayê 6 keştiyên ku guh nedane rênimayan ji kar xistine.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li deryavanên ku li ser rêyên deryayî yên ber bi Kendava Umanê û Tengava Hurmizê ve dixebitin hat kirin ku guh bidin hişyariyên dorpêçê yên hêzên CENTCOMê.

Çi bûbû?

28ê Sibatê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, Tehranê bi mûşek û dronan bersiva Îsraîl û welatên cîran dabû.

Li ser wê yekê ku Îranê 2yê Adarê Tengava Hurmizê girt û careke din ji çûn û hatinê re venekir, Amerîkayê li dijî benderên Îranê dest bi dorpêçê kiribû.

Pirsên