Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di çarçoveya projeya "100 Parêzgeh û 1000 Navçe" de lîsteya 19 navçeyên ku ji bo bibin parêzgeh hatine pêşniyarkirin eşkere kir.
Di lîsteya Bahçelî de ji Bakurê Kurdistanê 7 navçeyên sereke yên wekî Erdîş, Bazîd, Xelat, Erxenî, Midyad, Siwêreg û Elbistan cih digirin.
Bahçelî ji rojnameya TURKGUNê re axivî û diyar kir ku ev navçe li gorî pîvanên wekî nifûs, hilberîn, veguhastin, çandinî û pêgeha stratejîk hatine diyarkirin.
Navçeyên Bakurê Kurdistanê yên di lîsteyê de
Di lîsteyê de ji herêmên Bakurê Kurdistanê ev 6 navçe wekî berbijêrên parêzgehbûnê hatin nîşandan:
Erdîş (Wan)
Bazîd (Agirî)
Xelat (Bedlîs)
Erxenî (Amed)
Midyad (Mêrdîn)
Siwêreg (Riha)
Elbistan (Mereş)
Navçeyên din ên li Tirkiyeyê
Ji xeynî navçeyên Bakurê Kurdistanê, ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê jî ev navçe di lîsteyê de hene:
Ji Herêma Anatolyaya Navîn: Polatli û Eregliya Konyayê.
Ji Herêma Deryaya Reş: Unye, Vezîrkopru û Eregliya Zonguldakê.
Ji Herêma Deryaya Spî: Kozan, Alanya û Tarsus.
Ji Herêma Egeyê: Fethiye û Akhîsar.
Ji Herêma Marmarayê: Luleburgaz û Bandirma.
"Dê bandorê li pêşketina herêmî bike"
Devlet Bahçelî da zanîn ku ev birêxistina nû ya birêvebirî ji bo kêmkirina giraniya li ser navendan û bihêzkirina navendên aborî yên herêmî hatiye amadekirin.
Bahçelî destnîşan kir ku bi vê gavê re dê xizmetên giştî yên wekî perwerde, tenduristî, ewlehî û xizmetên civakî zûtir û baştir bigihîjin destê welatiyan.
Guhertina yasayên birêvebiriya xwecihî
Serokê MHPyê diyar kir ku divê erk û desthilatên şaredariyên bajarên mezin û yên navçeyan bi zelalî bên diyarkirin da ku tevlîheviyên birêvebirî ji holê rabin.
Bahçelî anî zimên ku ji bo vê armancê pêwîstî bi nûkirina Yasaya Şaredariyên Bajarên Mezin, Yasaya Şaredariyan, Yasaya Gundan û Yasaya Birêvebiriya Parêzgehan heye.
Her wiha Bahçelî pêşniyar kir ku divê saziya mixtariyê were bihêzkirin û di pergala karmendiyê de jî pîvana jêhatîbûnê esas bê girtin.
Dabeşkirina parlamenteran jî dikare biguhere
Bahçelî destnîşan kir ku damezirandina 19 parêzgehên nû û 78 navçeyên nû dê ne tenê di warê birêvebirî de, di qada siyasî de jî bibe sedema guherînan.
Li gorî dîtina wî, bi avakirina şaredariyên nû û guherîna hejmara parlamenterên parêzgehan, qada siyasetê dê berfirehtir bibe.
.jpg&w=3840&q=75)


