Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îzmîr û Muglayê yên Tirkiyeyê, 112 koçberên ku dixwestin derbasî Ewropayê bibin hatin desteserkirin.
Ew koçber li nav Deryaya Egeyê di 3 belemên plastîk de bûn.
Operasyona li Îzmîrê
Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê ragihand ku li navçeyên Karaburun û Urlayê yên Îzmîrê 2 belemên plastîk ên koçberan hatine tesbîtkirin.
Li ser vê yekê tîmên ewlehiya peravan çûn cihê bûyerê.
Tîman di belemekê de 47 koçber û di belema din de 40 koçber desteser kirin ku di yekê de 3 zarok hebûn di ya din de jî 14 zarok hebûn.
Qaçaxçî jî hatin desteserkirin
Her wiha di nav her du beleman de 3 qaçaxçiyên koçberan jî hatin desteserkirin.
Ew 87 koçber piştî karên fermî, bi armanca dersînorkirinê radestî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.
Li Bodrumê 35 koçber
Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê jî operasyonek hat kirin.
Li nav Deryaya Egeyê di belemekê de 8 jê zarok bi giştî 35 koçber û qaçaxçiyekî koçberan hatin desteserkirin.
Her wiha li navçeya Bodrumê jî 3 qaçaxçiyên din ên ku derbasbûna koçberan rêk dixist hatin desteserkirin.
Ew 35 koçber piştî karên fermî radestî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Muglayê hatin kirin.



