Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereyê çalakiya Dayîkên Aştiyê didome.
Dayîkên Aştiyê piştî ku bi şev li parkekê nobeda aştiyê girtin derbasî Parlamentoya Tirkiyeyê jî bûn.
Tê çaverêkirin ku dayîk beşdarî civîna koma DEM Partiyê bibin.
Her wiha ew dê li parlamentoyê çend hevdîtinan jî bikin.
Dayîkan beriya ku biçin parlamentoyê ji Rûdawê re qala daxwaz û hêviyên xwe kir.
"Em dibêjin çareserî li Enqereyê ye"
Dayîka Aştiyê Maşallah Şakar diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got:
"Ez hatime û min destê xwe ji bo aştiyê kiriye hene. Em bi hêvî ne ku êdî aştî çêbibe.
Dayîk ji her derê hatine ji Cizîrê, ji Serhedê û ji gelek bajaran hatine.
Daxwaza me aştî ye. Em dibêjin çareserî li Enqereyê ye.
Înşelah em careke din mecbûr nemînin ku werin Enqereyê. Eger em hatin jî em ji bo pêşwazîkirina serokê xwe werin û serokê me vegere."
"Bila zarokên Kurdan jî yên Tirkan jî neyên kuştin"
Dayîka Aştiyê Şukriyeyê jî xwest ku ciwan nemirin û got:
"Mebesta me aştî ye. Em dibêjin bila zarokên Kurdan jî yên Tirkan jî neyên kuştin.
Em jî dixwazin wekî mirovan bijîn."
"Me gav avêtin û çek şewitandin"
Dayîka Aştiyê Emîne Koçê destnîşan kir ku wan ji bo çareseriyê gav avêtine û got:
"Peyama me edalet û aştî ye. Em dixwazin kes nemire.
Me gav jî avêtin, me çek şewitandin, me kongreya xwe kir, gerîlayan xwe vekişandiye lê dewletê ti gav neavêtiye.
Em hatine da ku gav werin avêtin. Em naxwazin kes bê kuştin."
"Em hemû dayîkên gerîla ne"
Dayîka Aştiyê Weta Kaçarê jî qala rawestandina xwînê kir û anî zimên:
"Em hemû dayîkên gerîla ne, dayîkên şehîd û girtiyan e.
Em aştiyê dixwazin lê ew timî qala kuştinê dikin. Va ye serokê me gava pêwîst avêtiye."

.jpg&w=3840&q=75)
