Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku ew li bendê ne li herêmê aştî û biratî pêk were û got, "Teror dê biqede, biratî dê bilind bibe û aştî û aramî dê bê herêma me."
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de rojeva navxwe û derve ya Tirkiyeyê nirxand.
Bahçelî bal kişand ser armancên pêvajoyê û destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo paşeroja herêmê jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Serokê MHPyê diyar kir ku di cîhaneke aloz de Tirkiye mîna bendergeha ewlehî û aramiyê ye.
"Biratî dê bilind bibe"
Bahçelî bal kişand ser girîngiya pêkanîna vîzyona pêvajoya çareseriyê û wiha axivî:
"Wekî Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP), di cîhaneke ku pevçûn lê hene de em xwedî îdealekê ne ku Tirkiye bibe bendergeha ewlehî û aramiyê û avakarê aştiyê.
Ji ber vê yekê em pêkanîna vîzyona Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror ku dê welat û herêma me ji hemû hêmanên tundîxwaz rizgar bike gelekî girîng dibînin."
Bahçelî rexne li partiyên din ên siyasî girt û got:
"Bila hinek kes hewl bidin avê şêlû bikin. Miletê Tirk biryara xwe daye. Teror dê biqede, biratî dê bilind bibe û aştî û aramî dê bê herêma me."
Gava çekdanînê ya li Îraqê
Devlet Bahçelî behsa bipêşketinên li Îraq û Sûriyeyê jî kir û daxuyaniya Serokwezîrê Îraqê ya li ser komkirina çekan a di bin kontrola dewletê de wekî gaveke erênî nirxand.
Bahçelî gotinên Serokwezîrê Îraqê yên ku gotibû "Komkirina çekan a di destê dewletê de biryareke dawî ye û jêveger nîne" bi bîr anî û got ku hewldana ji bo bêçekkirina komên neyasayî yên bi çek ji bo aştiya herêmê gaveke baş e.
Serokê MHPyê destnîşan kir ku serweriya dewletê ya li seranserê Îraqê cihê kêfxweşiyê ye û bi saya Projeya Rêya Bipêşketinê pêwendiyên Tirkiye û Îraqê dê xurttir bibin.
"Bila kes li benda aloziyê nemîne"
Bahçelî li ser rexne û nîqaşên li ser pêvajoyê jî hişyarî da û diyar kir ku nêrînên cuda parçeyeke ji siyaseta demokratîk in lê divê zererê nedin aramiya civakî.
Bahçelî axaftina xwe ya 6ê Çiriya Pêşîn bi bîr anî û got:
"Koordînatên me yên îdeolojîk cuda bin jî navenda me ya polîtîk Tirkiye ye. Rêbazên me cuda bin jî berê me li serweriya vî welatî ye.
Bila kes hesabên şaş neke. Bila kes li benda tevlihevî, cudaxwazî û aloziya civakî nemîne."
Xwenîşandanên li Ewropayê û rojeva derve
Devlet Bahçelî li ser xwenîşandanên li Ewropayê jî axivî û da zanîn ku divê Yekîtiya Ewropayê girîngiya maf û azadiyan bi bîra welatên endam bîne.
Bahçelî got ku tengasiyên aborî, zêdebûna lêçûnan û kêmbûna refaha civakî hêrsa xelkê ya li welatên Ewropayê zêde kiriye.
Di beşa dawî ya axaftina xwe de, Bahçelî bertek nîşanî helwesta Yunanistan, Qibris û Îsraîlê ya li dijî peymana Tirkiyeyê ya bi Libyayê re da.
Her wiha behsa encamên hilbijartinên li Îsraîlê kir û banga avakirina hikûmeteke hevpar a bi beşdariya partiyên Ereban kir.



.jpg&w=3840&q=75)