Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê belema koçberan qulibî û 2 zarokên Îraqî yên 6 salî di Çemê Merîçê de winda bûn.
Piştî qulibîna belemê tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina zarokan dest bi xebatên lêgerînê kir.
Dayîk û bav alîkarî xwest
Dayîk û bavê zarokan xwe gihand qeraxa çêm û diyar kir ku her du zarokên wan di nav avê de winda bûne.
Li ser vê yekê malbatê ji yekîneyên ser sînor alîkarî xwest.
Piştî ku wan agahî da Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn herêmê.
Zarok welatiyên Îraqê ne
Hat ragihandin ku her du zarokên 6 salî welatiyên Îraqê ne.
Xebatên tîman bi belemên rizgarkirinê yên li Çemê Merîçê ji bo dîtina her du zarokan berdewam dikin.



