Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herêma ku lêçûna jiyanê herî zêde ye Stenbol e.
Herêma ku lêçûna jiyanê lê herî kêm e jî herêma TRC3yê ye ku Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê li xwe digire.
Lêkolînê cudahiyên bihayan ên di navbera herêman de derxistin holê.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cudahiyên herêmî yên di navbera bihayên kirê, xurek û xizmetguzariyan de, lêçûna jiyanê ducare xist rojevê.
Lêkolîna Parîteya Hêza Kirînê ya Herêmî ya ku TUÎKê weşandiye, nîşan da ku selikeke ji heman kel û pel û xizmetguzariyan pêk tê li herêmên cuda yên welêt bi çendî ye.
Di lêkolînê de navîniya Tirkiyeyê wekî 100 hat qebûlkirin.
Li gorî vê yekê di lêçûnên giştî yên xerckirinê de, endeksa asta bihayan li herêma herî nizm 91,5 û li herêma herî bilind jî 112,6 hat diyarkirin.
Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt di bin navîniya Tirkiyeyê de ne
Li gorî amarên TUÎKê, di lêçûnên giştî yên xerckirinê de herêma ku asta bihayan lê herî nizm e bi nirxê 91,5an herêma TRC3yê ye.
Li herêma ku Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê li xwe digire, biha ji sedî 8,5 di bin navîniya Tirkiyeyê de man.
Herêmên ku endeksa asta bihayan lê herî nizm e bi vî awayî hatin rêzkirin:
Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt: 91,5
Agirî, Qers, Îdir û Erdexan: 92,8
Kiriqele, Aksaray, Nîgde, Nevşehîr û Kirşehîr: 93,8
Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrg: 94,0
Riha û Amed: 94,8
Meletî, Xarpêt, Çewlîg û Dêrsim: 95,6
Kayserî, Sêwas û Yozgat: 96,0
Hatay, Mereş û Osmaniye: 96,6
Dîlok, Semsûr û Kilîs: 96,8
Erzirom, Erzingan û Bayburt: 97,1
Stenbol bû herêma herî biha
Li gorî lêkolînê Stenbol bi nirxê 112,6an wekî herêma ku li Tirkiyeyê asta bihayan lê herî bilind e ket qeydan.
Li Stenbolê asta bihayan a derbarê lêçûnên giştî yên xerckirinê de ji sedî 12,6 di ser navîniya Tirkiyeyê re hat pîvan.
Piştî Stenbolê bi nirxê 110,1ê Îzmîr û bi nirxê 108,0î jî Balikesîr û Çanakkale hatin.
Lêkolînê derxist holê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayên heman kel û pel û xizmetguzariyan li gorî herêman bi awayekî berbiçav diguherin.



