Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê 2 metrobus li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Bûyer li rawestgeha Haramîdereyê ya li Taxa Namik Kemalê qewimî.
Li gorî agahiyan, dema ku metrobusekê li rawestgehê rêwî hildidan, metrobuseke din ji paş ve lê qelibî.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê
Di qezayê de 6 kesên di nav metrobusan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya pêşî birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên nêzîk û hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Ji ber qezayê di xeta metrobusê de demekê hatin û çûyîn rawestiya.
.jpg&w=3840&q=75)


