Edîrne (Rûdaw) - Îro 10 sal di ser girtina Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re derbas bûn.
Demîrtaş ev 10 sal in tevî biryarên berdanê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê jî li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye û nayê berdan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di salvegera 10emîn a operasyonên siyasî de çû Girtîgeha Edîrneyê kir û bi Demîrtaş re civiya.
"Bila êdî Demîrtaş bê berdan"
Tevî hewaya sar û baranê jî welatiyên Kurd ên ji Stenbol û herêma Trakyayê hatine, li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê kom bûn.
Wan bi govend û dirûşman daxwaza azadiya Demîrtaş kir.
Adîle Akana ku ji navçeya Çorluyê ya Tekîrdagê çûye ber girtîgehê got, "Ez ji vir heta Îmraliyê silavên xwe dişînim.
Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û Amedê jî ez silavan dişînim. Bes e ev çi zilm e, bila êdî Demîrtaş berdin."
Endamê DEM Partiyê yê Tekîrdagê Evdilmelîk Donmez jî anî zimên:
"Demîrtaş bêyî sûc û guneh hatiye girtin. Daxwaza me azadiya Demîrtaş e. Ew ji bo me Kurdan rûmet û namûs e."
Peyama Demîrtaş a li ser pêvajoyê
Tulay Hatîmogullariyê û şandeya pê re piştî hevdîtina li gel Demîrtaş, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê û peyama wî ragihand.
Tulay Hatîmogullariyê li ser rola Abdullah Ocalan û xebatên aştiyê got:
"Hûn dizanin ku Birêz Ocalan dê koordînatoriya Koordînasyona Siyasîbûn û Aştiyê bi rê ve bibe.
Pêwîst e ku êdî ev komîte demildest dest bi xebatên xwe bike. Her wiha divê ev komîsyon bi hêsanî karibe biçe giravê û vegere."
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî li ser peyama Demîrtaş axivî û got:
"Demîrtaş bi zelalî eşkere kir ku mercên ew tê de dijîn çi dibin bila bibin, ew ji bo silametî û serkeftina pêvajoyê çi ji destê wan were dikin.
Yanî ji bo pêvajoyê hemû piştgirî, ked û hewlên xwe nîşan didin."
Demîrtaş di nivîsa xwe ya dawî de bangî dewlet û PKKyê kiribû ku ew berpirsyariyên xwe yên demokratîkbûn û çekdanînê bi cih bînin.
Perîhan Gozmena ku ji Çerkezkoya Tekîrdagê çûye pêşiya girtîgehê jî got, "Divê êdî Demîrtaş û hemû hevalên wî bêne berdan."
Çav li biryara MGKyê ye
Tê çaverêkirin ku piştî biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê, yasaya çarçoveyê bikeve meriyetê û bi vê gavê re Demîrtaş û bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd serbest bên berdan.



.jpg&w=3840&q=75)