Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da. Ev daxuyanî ji ber derbasbûna 10 salan a li ser girtina Hevserokên berê yên HDPyê hat dayîn.
Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û gelek parlamenter beşdarî daxuyaniyê bûn.
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li vir axivî û bangî Wezareta Dadê kir ku girtiyên siyasî di demeke zû de bên berdan.
"Operasyona herî mezin a siyasî"
Sezaî Temellî destnîşan kir ku operasyona 4ê Çiriya Paşîn a 2016an a li dijî HDPyê di dîrokê de operasyona herî mezin a siyasî ye û got:
"Ji wê rojê heta îro li her derê bêedaletiyeke mezin serdest e. Êdî dema wê hatiye ku dawî li vê yekê bê anîn. Pêwîst e dadgeh ji nêrîna midaxeleya li siyasetê rizgar bibin.
Di îdianameyê de ti delîl nîne lê hevserokên me û hevalên me ev 10 sal in di girtîgehê de ne. Dadgeh hiqûqê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nakin. Ev yek nayê pejirandin."
Temellî her wiha anî zimên ku Tirkiye 27 sal in di bin pergala tecrîda Îmraliyê de ye û wiha pê de çû:
"Derbeya siyasî ya 2016an jî xwe spartibû vê pergalê. Em bi hiqûqeke awarte heta îro hatin lê niha em di pêvajoyeke nû re derbas dibin.
Ji ber vê yekê derfeteke gelekî girîng li pêşiya me heye ku em li paşeroja xwe vegerin û ji van hemû pirsgirêkan rizgar bibin."
Koçyîgît: Hejmara girtiyan gihîştiye nîv milyonî
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê jî diyar kir ku ji bo avakirina baweriyê divê biryarên hiqûqî bên bicihkirin û got:
"Hûn dikarin bi xwedîlêderneketina biryarên nehiqûqî û destnîşankirina wan dadwerên ku biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn binpê dikin, baweriya bi vê pêvajoyê ava bikin.
Li vî welatî hejmara kesên girtî û mehkûmkirî gihîştiye nîv milyonî."
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
