Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM), îsal Xelata Rûmetê dide dengbêjê navdar ê Kurd Şakiro.
Ev xelat ji ber xizmetên wî yên mezin ên ji bo muzîka Kurdî û çanda dengbêjiyê tê dayîn û dê radestî malbata Dengbêj Şakiro bê kirin.
Merasîma xelatdayînê dê 26ê Çiriya Paşîn li Navenda Kongreyan a Lutfî Kirdar a Stenbolê bê lidarxistin.
Di merasîmê de piştî nîşandana wêneyên Şakiro û pêşkêşkirina jiyan û berhemên wî, xelat dê ji malbata wî re were dayîn.
Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MESAMê Recep Ergul di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku xelata îsal ji bo Dengbêj Şakiro hatiye veqetandin.
"Di 5 salan de nêzîkî 20 hunermendên Kurd hatin xelatkirin"
Recep Ergul da zanîn ku merasîma xelatdayînê ya MESAMê ku ev 5 sal in tê lidarxistin, bûye çalakiyeke berdewam û her sal serbixwe ji pêşbirka awazan tê sazkirin.
Ergul diyar kir ku xelat di du beşên cuda de tên dabeşkirin ku yek ji wan xelatên serkeftinê ye û ya din jî xelatên rûmetê ne.
Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MESAMê ragihand ku Xelata Rûmetê ji aliyê MESAMê ve tê diyarkirin û di nava 5 salên dawî de nêzîkî 20 hunermendên Kurd hêjayî vê xelatê hatine dîtin.
Xelatê dê bidin malbata Şakiro
Recep Ergul destnîşan kir ku wan biryar daye xelata rûmetê ya îsal bidin Dengbêj Şakiro û bal kişand ser rola wî ya dîrokî ya di çanda kevnar a dengbêjiyê de.
Ergul got ku di şeva xelatdayînê de dê beşên ji jiyana hunerî ya Şakiro bi beşdaran re bên parvekirin û xelat dê pêşkêşî malbata wî bê kirin.
Recep Ergul nûnerên çapemeniyê dawetî merasîma 26ê Çiriya Paşîn a li Stenbolê kir.
Dengbêj Şakiro kî ye?
Navê wî yê fermî Şakîr Denîz e lê di nava gel de wekî Dengbêj Şakiro, "Şahê Dengbêjan", "Şakirê Mezin" û "Kewê Ribat" tê naskirin.
Ew yek ji stûnên herî xurt ên muzîka Kurdî û wêjeya devkî ye.
Şakiro sala 1936an li gundê Navikê yê navçeya Zêdikanê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Ji zarokatiya xwe ve di nav çanda dengbêjiyê de mezin bû. Bavê wî Bedîh Denîz jî bi muzîkê re mijûl dibû û li herêma xwe dihat naskirin.
Salên sirgûnê û jiyana hunerî
Malbata Şakiro sala 1959an ber bi bajarê Edeneyê ve hat sirgûnkirin. Piştî nêzîkî 7 salên sirgûnê, malbat sala 1966an vegeriya Mûşê û du sal bi şûn de li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê bi cih bû.
Di jiyana hunerî ya Şakiro de bandora Dengbêj Resoyê Gopalan gelekî mezin bû. Şakiro bi şêwaza xwe ya xweser û gotina kilamên dûvdirêj ji dengbêjên din cuda dibû.
Wî di dîwanên dengbêjan de bi saetan kilam digotin. Di berhemên xwe de behsa evîn, veqetîn, lehengî, bûyerên civakî û êş û azarên gelê Kurd dikir.
Mîrata wî ya di muzîka Kurdî de
Kilamên Şakiro wekî nimûneyên herî hêja yên wêjeya devkî ya Kurdî tên pejirandin.
Ji kilamên wî yên herî navdar Geliyê Zîlan, Gulê Dêran, Kekê Xiyasedîn, Eliyê Pûrto, Nêçîrvano, Esmerê û Kejê ne.
Dengbêj Şakiro salên dawî yên temenê xwe li bajarê Îzmîrê derbas kirin û 5ê Hezîrana 1996an di 60 saliya xwe de li wir koça dawî kir. Gora wî li Îzmîrê ye.
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
