Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Galatasarayê piştî maça bi Amedsporê re li ser hesabên xwe yên tora civakî serkeftina xwe bi vîdeoya ku tê de amajeya "kîsê zer" dike pîroz kir.
Bi vê yekê jî karvedanên mezin ên raya giştî ya Kurdan û alîgirên Amedsporê li pey xwe anîn.
Alîgirekî Amedsporê bertek nîşan da û anî ziman:
“Galatasarayê torbeyên zer belav kirine.
Bikevin hesabên wê torbeyên zer belav kirine.
Ev çi ye, belê hûn dizanin çi ye.”
Hêmaya kîsê zer di bîra Kurdan de xwedî wateyeke kûr û giran e.
Dema ku di şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê de gerîlayan canê xwe ji dest dida hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê cenazeyên wan dixistin nav van kîsên zer.
Tirkên radîkal jî van demên dawî dema li beramberî Kurdan nijadperestiyê dikin vê hêmayê bi kar tînin.
Bi taybetî di lîstikên Amedsporê yên li bajarên Tirkiyeyê de gelek caran ev hêma ji trîbûnên beramber tê bilindkirin.
Galatasarayê piştî zêdebûna karvedanan parvekirina xwe jê bir.
“Jêbirin têrê nake”
Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Jêbirina wê parvekirinê têrê nake.
Banga me ew e ku bê zelalkirin ka ev parvekirin bi kîjan armancê û bi berpirsyariya kê hatiye kirin.
Li ser berpirsan dê pêvajoya pêwîst dest pê bikin û kiryarê vê yekê wê lêborînê bixwaze.”
Hesabê Galatsaraystoreyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û hêmaya kîsê zer red kir.
Galatsaraystoreyê îdia kir ku ew hêma ambalaja formaya lîstikvanê wan Bariş Alper Yilmaz e ku bi rengê zêrê zer û kaxizê hatiye dîzaynkirin û vîdeoya wan ji armanca xwe hatiye dûrxistin.
Kurdên ku alîgirên tîma Galatasarayê ne jî ji vê parvekirina tîmê aciz bûn.
Beşek ji wan bi qetandina formayên Galatasarayê veqetîna xwe ragihand.
Alîgirekî Amedsporê li ser mijara kîsên zer got:
“Ev formayê Galatasarayê ye. Hûn kîsên zer belav dikin. Ha ev ji we re. Hûn qurbana Amedsporê bin.”
Alîgirêkî Galatasarayê jî nerazîbûna xwe wisa eşkere kir:
“Ji sedî 29ê alîgirên Galatasarayê alîgirên Amedsporê ne jî.
Ji niha û pê ve êdî kes pişta Galatasarayê nagire.”
Baroyên 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê parvekirina Galatasarayê şermezar kir.
Tekez kirin ku ew dê li ser kesên berpirs kar û barên yasayî bidin destpêkirin û pêvajoyê ji nêzîk ve bişopînin.


