Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku pêvajo çarseriyê nexitimiye lê divê gav bên avêtin.
Tuncer Bakirhan di civîna Civata Partiyê (PM) ya DEM Partiyê de rojevê bi berfirehî nirxand.
Bakirhan qala gelek mijaran kir ku di nav wan de çalakiyên li Ewropayê, lêpirsîna fonan, girtiyên nexweş, pirsgirêkên aborî, pêvajoya çareseriyê û geşedanên li Herêma Kurdistanê cih girtin.
Wî destnîşan kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo derketina ji krîzên piralî yên Tirkiyeyê derfeteke mezin e.
Her wiha wî tekez kir ku divê armanca komara demokratîk ne tenê li bajarên ku Kurd lê dijîn, li çar aliyên Tirkiyeyê jî bê vegotin.
"Eger pêvajo bi ser bikeve, daxwazên gel dê bi cih bên"
Bakirhan anî zimên ku Tirkiyeyê ji ber pevçûnan zererên aborî yên mezin dîtine û rayedarên dewletê bi xwe jî ev hejmarên bilind eşkere kirine û got:
"Ji bo hemû krîzan rêyeke derketinê heye. Ev jî pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.
Wezîrên dewletê dibêjin ku nêzîkî 2,5 trîlyon dolar çûye û ev hejmarên fermî ne. Di hejmarên nefermî de tê diyarkirin ku ev hejmar ji 3 trîlyon dolarî zêdetir e. Heta dibêjin ku hîn zêdetir e."
Bakirhan da zanîn ku eger pêvajo bi ser bikeve ji dabînkirina stargehan bigire heta meaşan, ji rûbirûbûna xizaniyê heta avakirina paşeroja xwendekaran, dê di gelek qadan de derfeta bersivdana daxwazên gel çêbibe.
Wî bal kişand ser kampanyaya "Ji bo aştî, nan û edaletê budçe" û got, "Li wan bajarên ku em çûnê, dibe ku derfeta peydakirina beşeke mezin a daxwazên esnafan û gelê me yê ku bi çandiniyê re mijûl dibe çêbibe. Ji ber vê yekê, ev pêvajo gelekî biqîmet e."
"Pêvajoya aştiyê dikare derî li siyaseta demokratîk veke"
Hevserokê DEM Partiyê diyar kir ku destkeftiyên pêvajoya aştiyê tenê bi aboriyê ve sînordar nînin, dê encamên girîng ji bo siyaseta demokratîk jî derxînin holê.
Li gorî gotina Bakirhan, rewşa şer qada siyasetê teng dike, darazê dike amûrekî zextê û mirov di anîna zimên a ramanên xwe de zehmetiyê dikişînin.
Bakirhan li ser vê mijarê got, "Çi qasî ku pevçûn bidome, qada siyasetê ew qas teng dibe.
Heke ev pêvajo bi ser bikeve, dibe ku partî û civak karibin siyaseteke demokratîktir û hêsantir bikin. Berî ku ev pêvajo dest pê bike, mirovan nedikarî ramanên xwe bînin zimên.
Girtîgeh bi siyasetmedar û kesên herî jêhatî, rewşenbîr û hilbijartiyên Tirkiyeyê tijî bûne. Serkeftina pêvajoyê dê vê jîngehê jî rihet bike."
Wî hişyarî da ku eger ev mesele tenê wekî pêvajoyeke di navbera Kurdan, DEM Partiyê, dewlet û desthilatê de bê dîtin, dê pêkanîna destkeftiyan zehmet bibe çimkî ev pêvajoya hemûyan e.
"Pêvajo nexitimiye lê divê gavên berçav bên avêtin"
Bakirhan gotinên li ser rawestandina pêvajoya çareseriyê red kirin û anî zimên ku pêvajo bi awayekî dimeşe lê ne bi wê lezê ye ku bersivê bide hêviyên civakê.
Wî bangî desthilat, mixalefet û hemû beşên civakê kir ku berpirsiyariya hevpar bigirin ser milê xwe û wiha domand:
“Pêvajo nexitimiye, bi awayekî dimeşe lê divê leza wê guncav be. Ji ber ku eger gav neyên avêtin, hêviyên derbarê pêvajoyê de cihê xwe didin dilgiraniyan. Ji bo ku bawerî zêde bibe û civak rehet bibe, divê êdî ji aliyê desthilatê ve gavên berçav bên avêtin."
"Cudabûn Kurdan li hemberî Bexdayê lawaz dike"
Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Herêma Kurdistanê jî û tekez kir ku Kurdan di paşerojê de ji ber cudabûnê bedêlên giran dane û wiha axivî:
"Wekî Kurdekî û welatparêzekî, ez nikarim dabeşbûna defakto ya Herêma Kurdistanê ya bi ser du qadên siyasî yên cuda de qebûl bikim.
Gelo ev yek dê mafên Kurdên li Hewlêrê çêtir biparêze? Gelo dê mafên Kurdên li Helebceyê yên ku di paşerojê de rûbirûyî komkujiyan bûne hîn baştir biparêze? Em bi vê yekê ne ewle ne."
Bakirhan destnîşan kir ku cudabûn Kurdan xurt nake, berevajî wê yekê di nav xwe de lawaz dike û got:
"Hêza wan a dan û standinê ya li dijî rêveberiya navendî ya Îraqê hîn bêtir lawaz dibe. Zêdetir dikevin bin bandora welatên derdorê. Divê meseleya sereke ne meqam û post bin, divê ew destkeftî û nirx bin ku bi têkoşîna bi salan hatine bidestxistin."
Di dawiyê de Tuncer Bakirhan anî zimên ku ew bawer dike rêveberiya Herêma Kurdistanê dê rêyeke wisa ya çareseriyê bibîne ku berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd diparêze.



