Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku roja yekşemê li Tengava Hurmizê sê tankerên veguhastina petrolê teqiyane û agir bi wan ketiye.
Ev bûyer di çarçoveya aloziyên li wê rêreya avî ya stratejîk de qewimî.
Ev rêreya avî bûye navenda milmilaneya di navbera Tehran û Washingtonê de.
"Di rêyeke neyasayî re derbas dibûn"
Artêşa Pasdaran li ser malpera xwe ya fermî "Sepah News"ê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji demjimêrên destpêkê yên vê sibehê ve, sê tankerên petrolê yên binpêkar, dema ku di rêyeke neyasayî re li Tengava Hurmizê derbas dibûn, teqiyan û agir bi wan ket."
Lê belê di daxuyaniyê de navê tankeran an jî alaya kîjan welatî hildigirtin nehat eşkerekirin.
Rizgarkirina xebatkarên tankeran
Hevdem bi vê rûdanê re, Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) jî daxuyaniyek da.
UKMTOyê ragihand ku roja şemiyê nêzîkî peravên Xesebê yên Umanê agir bi tankereke veguhastina petrolê ketiye.
Li gorî agahiyan tîmên rizgarkirinê hemû xebatkarên wê tankerê rizgar kirin.
Her wiha UKMTOyê da zanîn ku li heman deverê tankereke din jî bi "mûşekeke nediyar" hatiye armanckirin.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îmaratê (WAM) jî li ser heman mijarê agahî dan.
WAMê ragihand ku piştî agir bi tankerekê ketiye li Deryaya Umanê, nobedarên peravan ên wî welatî 22 kes rizgar kirin.
Dengê teqînan hat bihîstin
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) jî li ser dengê teqînan ê li başûrê Îranê nûçeyek belav kir.
IRNAyê diyar kir ku derengiya şeva şemiyê li girav û bajarên wekî Qişm, Sîrîk, Jask û Bender Ebasê dengê çendîn teqînan hatiye bihîstin.
Heta niha sedema van teqînan nehatiye eşkerekirin.
Gef û daxuyaniyên Amerîkayê
Ev alozî di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî daxuyaniyek dabû.
Trump eşkere kiribû ku welatê wî li Girava Qişmê ya Îranê baregeheke parastina asmanî kiriye armanc.
Tehranê jî li hemberî vê yekê, tekezî li ser mafê xwe yê bersivdanê kir.
Beriya niha jî Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) li ser Tengava Hurmizê daxuyaniyek dabû.
CENTCOMê ragihandibû ku wan alîkariya welatên Kendavê kiriye da ku 1,5 milyar bermîl petrol di Tengava Hurmizê re hinarde bikin.
Her wiha da zanîn ku wan ev rêrewa avî ji mayînên deryayî paqij kiriye.



