Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Nikol Paşînyan daxuyaniyek belav kir.
Pêwendiyên dualî û hevahengî
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên Ermenistanê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li ser firehkirina qadên hevkarî û hevahengiya hevbeş a di warên cuda de nêrînên xwe anîn zimên.
Hewlên ji bo çareserkirina aloziyan
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li ser bipêşketinên li herêmê bîr û ramanên xwe bi hev guhertin.
Her du aliyan ji bo ku pirsgirêk û alozî bi awayekî aştiyane û dîplomatîk werin çareserkirin tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewlan kir da ku ewlehî û aramiya herêmê were parastin.


