Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di bersiva pêşniyarpirsa Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartinê de amarên dersa bijarte ya Kurdî eşkere kirin.
Wezaretê ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo zêdetirî 86 hezar xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartiye tenê 153 mamoste hatine erkdarkirin.
Wezaretê her wiha bi hinceta xala 42yan a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê da zanîn ku ti xebateke wan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê nîne.
Pêşniyarpirsa Parlamentera Colemêrgê
Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartinê li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê astengiyên li pêşiya dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), kêmasiya mamosteyan û belavnekirina pirtûkan pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiribû da ku Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn bersivê bide.
Oznur Bartinê di pêşniyarpirsa xwe de bal kişandibû ser raporên UNESCOyê ku li Tirkiyeyê 15 ziman li ber metirsiya jinavçûnê ne û destnîşan kiribû ku li gorî anketên qadê ji sedî 98,7ê xelkê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwaze.
Bartinê diyar kiribû ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 86 hezar û 64 xwendekaran dersên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) hilbijartine.
Wê rexne li wê yekê girtibû ku tevî derbasbûna mehekê di ser sala nû ya xwendinê re, li 16 bajaran di 321 dibistanan de ji ber nebûna pirtûkan dersên Kurdî bi rêya fotokopiyan tên dayîn û li 14 bajaran jî ti pirtûkek nehatiye belavkirin.
Parlamentera DEM Partiyê her wiha xwestibû ku astengiya 10 xwendekaran a ji bo vekirina polên Kurdî rabe, kadroyên pêwîst bên veqetandin û li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî were misogerkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê bi rêya Serokatiya Bipêşxistina Stratejiyê bersiva van pirsan bi amaran da û Oznur Bartinê jî bersiva wezaretê ji Rûdawê re şand.
Ji bo zêdetirî 87 hezar xwendekaran tenê 153 mamoste
Li gorî tomarên fermî yên Wezareta Perwerdeyê, di sala xwendinê ya 2026-2027an de li dibistanên navîn ji bo polên 5, 6, 7 û 8an bi giştî daxwaza 87 hezar û 607 pirtûkên dersên Kurmancî û Zazakî ji aliyê dibistanan ve hatiye kirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di bersiva xwe de ragihand ku bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî li 16 parêzgehan tenê 118 mamosteyên bi kadro, 24 mamosteyên bi peyman û 11 birêvebir, bi tevahî 153 mamoste dixebitin.
Ji van mamosteyan 118 kes di beşa Kurmancî û 35 kes jî di beşa Zazakî de ne. Ji wan 122 kes li dibistanên navîn, 28 kes li navendên perwerdeya giştî, kesek li lîseya pîşeyî û 2 kes jî di birêvebiriyên perwerdeyê de erkdar in.
Wezaretê destnîşan kir ku vekirina pola dersa bijarte bi mercê hilbijartina herî kêm 10 xwendekaran ve girêdayî ye û diyar kir ku eger mamosteyên kadroyî nebin, ders ji aliyê mamosteyên ji dibistanên din an jî bi rêya mamosteyên demkî (bi heqdest û bêkadro) tên dayîn.
Pirsgirêka pirtûkên Kurdî
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê derbarê rexneyên nebûna pirtûkan da zanîn ku heta 28ê Çiriya Pêşîn tenê 50 hezar û 816 pirtûk ji bo polên 6, 7 û 8an hatine çapkirin û belavkirin.
Wezaretê li ser polên 5an sedema biderengketinê bi amadehî û çapê ve girê da û got ku ji bo vê astê 32 hezar û 234 pirtûkên Kurmancî û 4 hezar û 517 pirtûkên Kirmanckî (Zazakî) hatine xwestin.
Hat diyarkirin ku dosyeya Kirmanckî dereng ketiye çapê û pirtûka Kurmancî ya pola 5an jî ji ber amadenebûna dosyayê nehatiye çapkirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku pirtûk tenê 2yê Çiriya Paşîn a 2026an li ser tora EBAyê hatiye weşandin û xebatên çapkirina wê hîn jî berdewam dikin.
Deriyên perwerdeya bi zimanê dayîkê girtî ne
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di beşa herî girîng a bersiva xwe de deriyên perwerdeya bi zimanê dayîkê bi temamî girtin û xala 42yan a Destûra Bingehîn bi bîr xist ku dibêje ji bilî Tirkî ti zimanek wekî zimanê dayîkê ji welatiyan re nayê hînkirin û perwerdekirin.
Wezaretê bi awayekî fermî ragihand: "Di çarçoveya destûra heyî de ji aliyê Wezareta me ve ji bo dayîna perwerdeya bi zimanê dayîkê ya bi zimanên ji bilî Tirkî ti xebatek nayê meşandin."
Dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) ji sala 2012an ve di bin navê "Ziman û Zaravayên Zindî" de ketiye bernameya dibistanên navîn ên Tirkiyeyê.
Tevî ku salane bi deh hezaran xwendekar vê dersê hildibijêrin, saziyên ziman û partiyên siyasî yên Kurdan bi berdewamî rexne dikin ku Wezareta Perwerdeyê bi erkdarnekirina mamosteyan, belavnekirina pirtûkan a di wextê xwe de û zextên birêvebiriyên dibistanan rê li ber vê dersê digire û ji bo daxwaza sereke ya perwerdeya bi zimanê dayîkê jî Destûra Bingehîn wekî mertal bi kar tîne.


