Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê di operasyonên hêzên ewlehiyê de 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihand ku 21 kesên biyanî bi rêyên neyasayî derbasî nav axa Tirkiyeyê bûne.
Hêzên ewlehiyê ew 21 kes desteser kirin.
12 koçberên desteserkirî piştî kar û barên îfadeyê veguhastin Birêvebiriya Koç û Koçberan a Edîrneyê.
Li Kirklareliyê 8 koçber hatin desteserkirin
Li aliyê din, li bajarê Kirklareliyê yê Tirkiyeyê jî 8 koçberên neyasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Ew koçber jî radestî Navenda Vegerandinê ya Pehlîvankoyê hatin kirin da ku kar û barên wan ên dersînorkirinê dest pê bikin.
Bajarên Edîrne û Kirklareliyê yên Tirkiyeyê li ser sînorê Yunanistan û Bulgaristanê ne.
Ev her du bajar ji bo koçberên welatên Rojhilata Navîn ên ku dixwazin derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin xaleke sereke ya derketinê ne.



