Hewlêr (Rûdaw) - Parastina Sivîl a Erebistana Siûdiyê ragihand ku li Riyada paytext ji aliyê Hûsiyan ve êrişî yek ji bircên navenda darayî hatiye kirin.
Roja pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn), Parastina Sivîl a Erebistana Siûdiyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku tîmên wan yekser gihîştine cihê bûyerê.
Zerera madî gihîştiye bircê
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama êrişê de li çend qatên bircê û avahiyên derdorê zerera madî çêbûye lê ti zerera canî çênebûye.
Parastina Sivîl a Erebistana Siûdiyê her wiha amaje pê kir:
"Ev armancgirtina dijminane ya li hemberî cihên sivîl binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ya mirovî ye û rûyê metirsîdar ê rêbazên milîsên Hûsiyan nîşan dide."
Her wiha hat ragihandin ku aliyên pêwendîdar ji bo parastina can û malê welatiyan hemû rêkar û tedbîrên pêwîst standine.
Li gorî amarên desthilatdarên Erebistana Siûdiyê, ji meha Îlonê ve heta niha di êrişên li ser wî welatî de 26 kes hatine kuştin ku 23 kes ji wan di êrişên li ser balafirgehan de bûn.
Li hemberî vê, Hûsî bi berdewamî behsa êrişên asmanî yên Erebistana Siûdiyê yên li ser wan herêmên Yemenê dikin ku di bin kontrola wan de ne.
Zêdetirî 10 sal in şerê Yemenê didome
Şerê Yemenê sala 2014an dest pê kir, dema ku Hûsiyan dest danî ser Senaya paytext û hikûmet neçar kir ku ber bi Edenê ve bi paş ve biçe.
Zêdetirî 10 salan e ku Hevpeymaniya Ereban a bi serokatiya Siûdiyê piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, piştî têkçûna agirbesta 4 salî ya Yemenê ya li havîna îsal, zêdetirî hezar û 600 kes hatine kuştin û zêdetirî 300 hezar kes jî neçar mane malên xwe biterikînin.



