کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Semra Çaglar Gokalp / Wêne: Arşîv

Semra Çaglar Gokalp / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe
TIRKIYE19-11-2026

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê
TIRKIYE19-11-2026

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalpê li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku destkeftên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ne gef in, derfeteke dîrokî ne û got, "Tirsa ji destkeftên Rojavayê, tirsa ji demokrasî, wekhevî û aştiyê ye."

Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çaglar Gokalpê roja pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn) di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, di gotûbêjên li ser budceya sala 2027an a Wezareta Karên Derve de axivî.

Semra Çaglar Gokalpê di axaftina xwe de polîtîkayên hikûmetê, peymanên leşkerî û helwesta Enqereyê ya li hemberî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi tundî rexne kirin.

"Divê behsa Tirkiyeyeke demokratîk were kirin"

Gokalpê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku divê li şûna têgeha "Tirkiyeya bêteror", behsa "Tirkiyeya demokratîk" were kirin.

Semra Çaglar Gokalpê bal kişand ser rewşa Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê jî û wiha pê de çû:

"Li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ku Kurd, Ereb, Suryanî, Elewî, Durzî û hemû gel bi awayekî wekhev tê de bijîn, ji bo Tirkiyeyê ne gef e lê derfeteke dîrokî ye.

Tirsa ji destkeftên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê, tirsa ji demokrasî, wekhevî û aştiyê ye. Li Girê Spî êrişî zêdetirî 100 malbatên Kurd hat kirin ku wan dixwest vegerin malên xwe.

Li Efrînê dest danîne ser mal û zeviyên zeytûnan ên malbatan. Kurdên ku perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin rastî êrişan tên."

Angaştên li ser kembera 30 kîlometreyî

Parlamentera Bedlîsê ya DEM Partiyê angaştên rojnameya Le Mondeyê yên li ser kirêkirina kembereke 30 kîlometreyî ya li Sûriyeyê ya ji bo 100 salan û pêşniyara kirêkirina 15 milyon metreçargoşe erd li ser xeta Girê Spî, Serê Kaniyê û Qamişloyê anî rojevê û got:

"Jinûveavakirina Sûriyeyê divê ne li ser bingeha kedxwariyê ya di bin parastina leşkerî de be, divê li ser bipêşketineke dadmend be ku gel li ser ax û çavkaniyên xwe xwedî gotin be.

Azadiya Kurdan tiştekî ji ewlehiya Tirkan kêm nake. Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene, yan bilindkirina dîwarên ewlehiyê û têkçûna bi hev re, yan jî avakirina pirên aştiyê yên di navbera gelan de û serkeftina bi hev re."

Rexneya li ser budceya leşkerî

Semra Çaglar Gokalpê rexneyên tund li zêdebûna ji sedî 229an a kirîna çek û kel û pelên leşkerî yên di budceya sala 2027an de girtin û diyar kir ku ji bo parastin û ewlehiyê 3 trîlyon û 454 milyar lîre hatiye veqetandin, tenê 64,4 milyar lîre ji bo Wezareta Karên Derve hatiye terxankirin.

Her wiha Gokalpê Peymana Mekeyê û Lihevkirina Bedirê wekî peymanên ku Tirkiyeyê dixin nav şerên herêmî bi nav kirin û got, "Em li hemberî aboriya şer, aboriya aştiyê datînin."

Nûçeyên Têkildar

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe
TIRKIYE19-11-2026

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê
TIRKIYE19-11-2026

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê

Pirsên