کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Komîsyona Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: AA

Komîsyona Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: AA

TIRKIYE

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin
TIRKIYE23-11-2026

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin

Mehmet Uçum: Pêvajo bêyî Ocalan nabe
TIRKIYE22-11-2026

Mehmet Uçum: Pêvajo bêyî Ocalan nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Di hevdîtinên budceya sala 2027an a Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê de, nîqaşa "bajarên Kurdan" derket.

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê di axaftina xwe de îfadeya "bajarên Kurdan" bi kar anî û vê yekê di Komîsyona Plan û Budceyê de rê li ber aloziyê vekir.

Korduyê di axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta madenan û got:

"Siyaseta madenan a ku jiyana karkeran naparêze û rê li ber têkdana xwezayê nagire dê çawa bibe bipêşketin?

Ewlehiya kar ne mesref e, mafê jiyanê ye. Mirinên di dema kar de jî ne qeder in."

Ayten Korduyê her wiha bal kişand ser newekheviya herêmî û wiha pê de çû:

"Bi rastî jî mirov nikarin vegerin ser axa xwe. Mirov nikarin di malên xwe de bijîn.

Jixwe ji ber fatûreyên giran nikarin elektrîkê bi kar bînin.

Ji bilî vê jî li gundên xwe ji ber pirsgirêka ronîkirinê nikarin ji elektrîka xwe sûdê wergirin."

Orhan Erdem li dijî peyva 'bajarên Kurdan' derket

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a ANKAyê, piştî ku Korduyê di axaftina xwe de îfadeya "bajarên Kurdan" bi kar anî, Berdevkê Komîsyonê û Parlamenterê AK Partiyê yê Konyayê Orhan Erdem li dijî vê îfadeyê derket.

Orhan Erdem xala 3yan a Destûra Bingehîn a li ser "yekparçeyiya dewletê bi welat û miletê xwe re" bi bîr xist û hişyarî da Korduyê.

"Hûn biguherin dê jiyan biguhere"

Ayten Korduyê jî li hemberî hişyariya Orhan Erdem bertek nîşan da û got:

"Çi bûye? Bê guman bajarên Kurdan in, newekheviya herêmî heye. Newekheviyeke eşkere heye.

Bi gotina vê yekê ev welat parçe nabe... Netirsin. Êdî hinekî biguherin.

Eger hûn biguherin dê ti pirsgirêk nemîne. Hûn biguherin dê jiyan jî biguhere."

Orhan Erdem jî bersiv da helwesta Korduyê û got, "Ji kerema xwe hedê xwe bizanin.

Serokê koma we li vir e, ew dê daxuyaniya pêwîst bide."

"Têkiliya vê bi parçebûnê re nîne"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç jî pişt re tevlî nîqaşê bû.

Saruhan Oluç destnîşan kir ku têkiliya van gotinan bi cudakarî û parçebûnê re nîne û got:

"Em ji bo diyarkirina rastiyeke dîrokî, civaknasî, çandî û ya nasnameyê têgehên wekî 'erdnîgariya Kurdan' bi kar tînin.

Têkiliya vê yekê bi cudakarî û parçebûnê re nîne. Em vê têgehê li Civata Giştî (Parlamento Tirkiyeyê) jî bi kar tînin, li vir jî bi kar tînin.

Mebest tenê diyarkirina rastiyeke dîrokî, civaknasî, çandî û ya nasnameyê ye."

Parlamentera IYI Partiyê ya Edeneyê Ayyuce Turkeşê jî di civînê de diyar kir ku ew van pênaseyan qebûl nakin.

Nûçeyên Têkildar

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir
TIRKIYE23-11-2026

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê peyama Abdullah Ocalan eşkere kir

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin
TIRKIYE23-11-2026

Kabîneya Tirkiyeyê dicive, pêvajoya çareseriyê û çekdanîna PKKyê tên nirxandin

Mehmet Uçum: Pêvajo bêyî Ocalan nabe
TIRKIYE22-11-2026

Mehmet Uçum: Pêvajo bêyî Ocalan nabe

Pirsên