Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku ew li bendê ne di civîna Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ya vê mehê de biryara çekdanîna PKKyê were piştrastkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê roja duşemê 23yê Çiriya Paşîn li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser rojevê axivî.
“Em li bendê ne komîsyon heta Kanûna Paşîn bê avakirin”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê li ser pirsa avakirina Komîsyona Şopandinê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê got:
“Dîrokeke misoger tune. Di serdanê (Serokê Parlamentoyê yê Tirkiyeyê) de û di daxuyaniya xwe de jî dîrokeke misoger diyar nekir lê em li bendê ne ku komîsyona şopandinê heta meha Kanûna Paşîn were avakirin.
Tê çaverêkirin piştî ku ava bibe dê rêbazên xebatê, rêzikname û rêzenivîsa xebata xwe diyar bike û em li bendê ne ku di demeke kurt de dest bi xebatên xwe bike.”
“Şert û mercên piştrastkirina çekdanînê pêk hatine”
Koçyîgît dibêje, ji bo piştrastkirina çekdanîna PKKyê şert û merc pêk hatine û ew li bendê ne ku di civîna Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya vê hefteyê de biryara tesbît û piştrastkirina çekdanîna PKKyê were dayîn.
Koçyîgîtê got, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne ji bo kesekî an partiyekê lê ji bo berjewendiya 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê dimeşînin.”
“Divê yasa bi lez bikeve fermiyetê”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li ser civîna MGKyê jî wiha axivî:
“Roja îniyê 26ê Çiriya Paşîn dê Komîteya Ewlekariya Neteweyî kom bibe.
Bendewariya me ew e ku ji vê civîna Komîteya Ewlekariya Neteweyî biryara piştrastkirin û tesbîtê derkeve.
Bi vê biryarê re bendewariya me ew e: Yasaya ku 10ê Tebaxê bi piştgiriyeke xurt derketibû bikeve fermiyetê.
Pêwîst e ku bêyî derengxistineke zêde ev yasa bi lez bikeve fermiyetê.
Divê demildest qonaxa piştrastkirin û tesbîtê were derbaskirin.
Li gorî tiştên ku em dizanin û ji zanyariyên ku raya giştî jî agahdar e, şert û mercên vê yekê pêk hatine û tiştên pêwîst hatine kirin.”



