Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêvajoya çareseriyê wekî siyaseta fermî ya dewletê bi nav kir û got, “Valakirina stargehên PKKyê û piştrastkirina wan gaveke girîng e.”
Devlet Bahçelî îro di civîna Koma MHPyê ya li parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Bahçelî di axaftina xwe de qala rewşa siyasî ya navxweyî, pêwendiyên Tirk û Kurdan, geşedanên Rojhilata Navîn û rewşa meydanî ya danîna çekan kir.
Wî amaje pê kir ku armanca wan a ji Pêvajoya Çareseriyê bihêzkirina aştî û biratiya navxweyî ye û geşedanên dawî nîşan didin ku tundûtîjiyên berê xizmeta emperyalîzmê kiriye.
“Em hemû bi hev re gelê Tirk in"
Bahçelî li ser biratiya gelan wiha got:
"Ne Tirk dijminê Kurdan e, ne jî Elewî dijminê Suniyan e. Divê nebe û nabe jî. Em hemû bi hev re Tirkiye ne, em hemû bi hev re gelê Tirk in."
Valakirina stargehên PKKyê
Devlet Bahçelî geşedanên dawî yên meydanî û valakirina stargehên PKKyê nirxandin û bal kişand ser girîngiya destnîşankirin û piştrastkirina wan.
Serokê MHPyê li ser vê mijarê wiha pê de çû:
“Bi taybetî valakirina çend navçeyan ji aliyê rêxistina terorîst ve û destnîşankirin û piştrastkirina wan, ji bo girêdana bi paşerojê ve ya li ser bingeheke saxlem gaveke girîng e.
Her qonaxeke ku em derbas dikin zêdetir me nêzîkî armanca pêvajoyê dike û ji bo tevahiya navçeyê nîşaneyên paşerojeke tijî hêvî roj bi roj zêdetir diyar dibin.”



