کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Selahattîn Demîrtaş / Wêne: Arşîv

Selahattîn Demîrtaş / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Demîrtaş: Pêwîstiyeke exlaqî ye ku em vê pêvajoyê biparêzin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê ket
TIRKIYE24-11-2026

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê ket

Otobusa Cizîrê li Aksarayê qeza kir, 22 kes birîndar bûn
TIRKIYE24-11-2026

Otobusa Cizîrê li Aksarayê qeza kir, 22 kes birîndar bûn

Bahçelî: Valakirina stargehên PKKyê û piştrastkirina wan gaveke girîng e
TIRKIYE24-11-2026

Bahçelî: Valakirina stargehên PKKyê û piştrastkirina wan gaveke girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş got, “Bêyî ku em xwe bispêrin ti hincet û sedeman, gotina 'pêşî aştî' û pêşî parastina canê zarokên me helwesta herî birûmet e.”

Selahattîn Demîrtaş her wiha bêyî ku nav bide helwesta Partiya NÛ rexne kir ku endaman nade Desteya Çavdêriyê.

Demîrtaş bang kir û got, “Werin em bi hev re derfeta aştiyê bikin serkeftin.”

Selahattîn Demîrtaşê ku ev nêzîkî 10 salan e li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye, li ser pêvajoya çareseriyê û biryara Partiya NÛ ya nedana endaman ji bo Desteya Çavdêriyê daxuyaniyek belav kir.

“Dema partiya me dihat girtin me aştî diparast”

Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Dema gund qijeqij dihatin şewitandin me çareseriya aştiyane dixwest.

Dema li kolanan gule li pişta stûyê mirovan dihatin reşandin û her roj cenazeyên ciwanan dihatin rakirin jî me aştî dixwest.

Dema li bajaran bombe diteqiyan û pêl bi pêl girtinên bikom dihatin kirin jî me aştî diparast.

Dema partiyên me dihatin girtin, xelk rastî lêdana copan û gazê dihat û bi erdê re dihat kaşkirin jî me dev ji aştiyê bernedida.

Ne li hucreyan û ne jî li qadan me dev ji parastina aştiyê berneda.”

Rexneya li Partiya NÛ

Demîrtaş bêyî ku nav bide rexne li Partiya NÛ girt û wiha pê de çû:

“Niha dema ku em ew qasî nêzîkî bêçekbûn û aştiyê bûne, ew kesên ku dibêjin 'Lê operasyon li dijî me tên kirin, hûn hîn jî aştiyê dixwazin!' û rexneyan digirin divê bizanibin ku aştî jixwe di şert û mercên aştiyê de nayê xwestin.

Di pêvajoyên aştiyê de ji bo gihîştina gaveke ku biçûk xuya dike jî kedeke gelekî mezin tê dayîn. Bêhiqûqî hene, heta gelekî zêde ne.

Dîsa jî bêyî ku em xwe bispêrin hincet û sedeman, gotina 'berî her tiştî aştî' û parastina canê zarokên me berî her tiştî, helwesta herî birûmet e.”

“Pêwîstiyeke exlaqî ye”

Demîrtaş di dawiya peyama xwe de wiha got:

“Xwedûrgirtina ji her cure tevgerên ku rîtm û motîvasyona pêvajoyê xera dikin, li hemberî her dayîk û bavê ku zarokê wan li leşkeriyê, li nobedê û li çiyê ye û destê wan li ser dilê wan e, pêwîstiyeke exlaqî ye.

Qonaxa ku em gihîştinê dîrokî ye, gelekî girîng e û hêvîbexş e. Werin em vê derfetê bi hev re bikin serkeftina aştiyê.

Pişt re jî ji bo ku her tişt baştir bibe em hemû bi hev re xebata xwe bidomînin. Silav û rêz.”


Nûçeyên Têkildar

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê ket
TIRKIYE24-11-2026

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyeyê ket

Otobusa Cizîrê li Aksarayê qeza kir, 22 kes birîndar bûn
TIRKIYE24-11-2026

Otobusa Cizîrê li Aksarayê qeza kir, 22 kes birîndar bûn

Bahçelî: Valakirina stargehên PKKyê û piştrastkirina wan gaveke girîng e
TIRKIYE24-11-2026

Bahçelî: Valakirina stargehên PKKyê û piştrastkirina wan gaveke girîng e

Pirsên