کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Enqereyê Nobeda Jiyanê ya Malbatên Girtiyên Nexweş / Wêne: Şewket Herkî

Li Enqereyê Nobeda Jiyanê ya Malbatên Girtiyên Nexweş / Wêne: Şewket Herkî

TIRKIYE

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe

Şewket Herkî

Şewket Herkî

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 
Şewket Herkî
Şewket Herkî25-11-2026

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 

Nûçeyên Têkildar

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya
TIRKIYE25-11-2026

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin
TIRKIYE25-11-2026

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin

Numan Kurtulmuş: PKK guh dide Ocalan
TIRKIYE25-11-2026

Numan Kurtulmuş: PKK guh dide Ocalan

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê malbatên girtiyên nexweş li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê çalakiya xwe ya bi navê “Nobeda Jiyanê” didomînin.

Malbat dixwazin girtiyên nexweş, bi taybedî yên ku rewşa tenduristiya wan giran e, werin berdan û mafê wan ê dermankirinê were misogerkirin.

Malbat her wiha dixwazin ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş werin berdan.

Remziye Alan, dayîka girtiyê siyasî yê nexweş Mazlum Alan e.

Ew dibêje ku kurê wê bi nexweşiya penceşêrê ketiye û pêdiviya wî bi emeliyatê heye.

Remziye Alanê da zanîn ku rewşa tenduristiya Mazlum Alan her ku diçe xirabtir dibe û ew ji ber nexweşiyê gelekî zeîf bûye.

Dayîka Mazlum Alan, Remziye Alanê li ser rewşa kurê xwe got:

“Mazlum Alan li Girtîgeha Îzmîrê dimîne. 17 sal in girtî ye.

Di dema greva birçîbûnê de gelek nexweşiyên giran lê derketin û bi penceşêrê ketiye.

Heman demê nexweşiyên wî yên wekî sînuzît, fitiqa piştê û gelek nexweşiyên din hene.

Dema ez diçim dîtina wî ez destên wî digirim, tîneke zêde di destên wî de nemaye.”

“Zarokê min nabin cem doktor”

2 zarokên Fincê Akmanê jî di girtîgehê de ne û yek ji wan bi nexweşiyê re rûbirû ye.

Fincê Akmanê jî wekî malbatên din ên girtiyên nexweş dixwaze ku di çarçoveya pêvajoyê de zarokên wê werin berdan.

Ew dibêje ku divê berdana zarokên wê wekî erk û berpirsyariyekê were dîtin.

Dayîka Mizgîn û Yakup Akman, Fincê Akmanê got:

“Du zarokên min di girtîgehê de ne, Yakup û Mizgîn. Yakup nexweş e.

Min pirsî, dibêjin çûye cem doktor û jê re gotine hestiyên te nexweş in.

Berdewam hestiyên wî diêşin, diranên wî xirab bûne.

Ji bo ku hestiyên wî baş bibin doktor lazim e lê nabin cem doktor.

Pêwîst e ji qirika xwe jî emeliyat bibe lê nabin cem doktor û tedawî jî nakin.”

Rewşa 600 girtiyan giran e

Li gorî amarên komeleyên mafên mirovan, di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi giştî nêzîkî hezar û 600 girtiyên nexweş hene û rewşa tenduristiya 600 girtiyan giran e.

Federasyona Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED) jî diyar dike ku 220 ji wan girtiyan girtiyên siyasî ne.

Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakikê destnîşan kir:

“Li gorî amarên me 220 girtiyên nexweş hene û rewşa 52 kesan ji wan jî giran e.”

Hevserokên DEM Partiyê û hinek parlamenter jî piştgiriyê didin çalakiya malbatan.

Malbatan destnîşan kir ku çalakiya “Nobeda Jiyanê” dê heta ku bersiveke erênî ji Wezareta Dadê wergirin berdewam bike.

Nûçeyên Têkildar

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya
TIRKIYE25-11-2026

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin
TIRKIYE25-11-2026

Ji bo Komîsyona Şopandinê bangî partiyan hat kirin

Numan Kurtulmuş: PKK guh dide Ocalan
TIRKIYE25-11-2026

Numan Kurtulmuş: PKK guh dide Ocalan

Pirsên