Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku Abdullah Ocalan bi rêya Heyeta Îmraliyê peyamek ji Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel re şandiye.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê saz kir û qala rojevê û pêvajoya çareseriyê kir.
Ayşegul Doganê da zanîn ku DEM Partiyê heta niha ji bo Komîsyona Şopandinê navên endaman diyar nekirine.
"Em naveroka peyamê nizanin"
Berdevka DEM Partiyê li ser serdanên Heyeta Îmraliyê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê peyamek ji Ozgur Ozel re şandiye û dê heyet di serdana xwe de peyamê bigihîne Ozel.
Ayşegul Doganê li ser naveroka peyamê wiha got:
“Rast e, Birêz Ocalan ji Birêz Ozel re peyamek şandiye. Em naveroka peyamê nizanin. Dê Şandeya Îmraliyê li ser vê mijarê daxuyaniyê bide.
Piştî ku serdan pêk hat, eger Birêz Ozel bixwaze dikare peyamê ji raya giştî re eşkere bike.
Em naverokê nizanin lê em dizanin ku dê şandeya me vê peyamê bigihîne Birêz Ozel. Lê dîroka serdanê heta niha diyar nebûye. Em vê yekê jî bînin zimên.”



