Kopenhag (Rûdaw) - Nêzikî 20 Kurd û 2 Danîmarkî bo protestokirina bûyerên ku li Kobanê û Şingalê diqewimin, di Komeleya Kultûrî ya Kurdên Danîmarkayê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva wan di çapemeniya Danîmarkî de pir deng veda û endamên parlamentoya wî welatî jî ketin dewrê.
Piştî qetliamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Şingalê û Kobanê, 20 jin û mêr ên ku temenê wan ji 20 heta 45 sal in, biryar dan ku ”bêdengiya civata navnetewî” protesto bikin û herwiha daxwaza şandina çekan bo hêzên Kurd li herêmê bikin.
Di nav kesên ku di greva birçîbûnê de ne, du Danîmarkî jî hene. Yek ji wan Daniel Madsen ê 26 salî ye û ku di jiyana xwe ya rojane de teknîsyenê grafîkê dixwîne. Madsen ji Rûdawê re sedema beşdarbûna xwe di vê çalakiyê de wiha diyar kir:
“Wexta mirov dibîne DAIŞê çawa însanên bêguneh dikuje, mirov dixwaze tiştekî bike. Bi vê greva birçîbûnê ez nikarim Kurdan rizgar bikim lê ez dikarim peyameke girîng ji wan re bişînim ku em piştewanên wan in”.
Madsen got ku cara yekem e ew tevlî greveke birçîbûnê dibe. Berê çend salan di konê Kurdên Sûriyê ku li hemberî parlamentoya Danîmarkayê di greva birçîbûnê de bûn, Madsen panêr bûye.
Li gorî wî ciwanê Danîmarkî mereqa wî derbarê meseleya Kurd ji doza Roj-TV de tê. Dadgeha Bilind a Danîmarkayê di sala 2013ê de biryar dabû ku lîsansa weşana kanala Roj-TV, ku bi piştgiriya Partiya Karkêren Kurdistanê (PKK) hat tawanbarkirin, bê girtin.
Madsen li ser vê yekê dibêje: "Weke Danîmarkiyekî min nekarî qebûl bikim ku welatê min dengê Kurdan digire li hember de serokwezîrê me, Anders Fogh jî bibe sekreterê giştî yê NATOyê".
Gellek Kurd bawer dike ku sedema dozê komployeke Tirkî û Danîmarkî ye. Di belgeyên Wîkîleaksê de derketiye holê ku di navbera Tirkiye û Danîmarkayê de belkî peymanek hatibe îmzekirin. Li gorî wan îdîayan di berdêla vê de Serokwezîrê kevn yê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen bibe serokê NATOyê û Roj-TV jî bê girtin. lê Fogh vê îdîayê red dike.
Piştî doza Roj-TVê Madsen dest bi beşdarbûna xwepêşandanên piştgiriya vê kanalê kir û herwiha bi wergerandinê alîkariya Komeleya Kultûrî ya Kurdên Danîmarkayê kir.
Danîmarkîyekî din di greva birçîbûnê de Tommi Larsen e, ku berê mamosteyê lîsê bûye. Ew endamê komeleyeke kostanî ya Kurd û Danîmarkîyan e li bajarekî biçûk yê vî welatî.
Tommi Larsen ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Tiştê ez dêşandim, ku min nikarî ji Kurdan re pirtir bikira. Ji ber vê yekê ez niha dixwazim piştgiriya xwe bo Kobanî û Şingalê nîşan bidim,” Li gorî Larsen, divê Ewropa “Kurdan wek aktorekî girîng” li dijî DAIŞê qebûl bike ji ber ku bêyî alîkariya Kurdan, DAIŞê nayê têkbirin.”
10 mêrên Kurd, ku du sal berê ji aliyê polîsê Danîmarkî ve, bi hincêta ku bo PKKê pere kom kirine, hatibûn girtin jî tevlî greva birçîbûnê bûn. Doza wan di dadgeha Kopenhagê de berdewam e. Li gorî Firatnews.com dadgeh destûr dan wan ku neyên rûniştinê û di cihê wê de piştgiriya çalakiyên bo Kobanî û Şingalê bikin.
Yek ji wan tohmetbaran Şoreş Koyuncu, di belavokekê de wiha ragihand:"Armanca me bi beşdarbûna vê grevê bala raya giştî bikşînin ser rewşa Kurdên Sûriyê û Iraqê. Ew hewceyî alîkariyê ne, him alîkariya mirovahî, him alîkariya leşkerî."
Gellek siyasetmedar serdana yên di greva birçîbûnê de kirin. Di nav wan de Nikolaj Villumsen, endamê parlamentoya Danîmarkayê li ser Lîsteya Yekîtî û herwiha endamê Konseya Ewropayê, heye.
Villumsen li ser greva birçîbûnê ji Rûdawê re got:“Dîtina qurbaniya wan bandoreke mezin li ser min hişt. Bi çalakiya xwe ew peyamekê dişînin ji hemû siyasetmedarên Ewropayê û cîhanê re ku pêwîst e em alîkariyeke mirovahî û leşkerî bidin Kurdên Kobanî û Şingalê,"
Alan Ehmed, endamê Meclîsa Şaredariya Kopenhagê ye û herwiha piştgiriya xwe anî zimên û wiha got: "Divê Danîmarkê û Yekîtiya Ewropayê çek bişînin ji Kurd, Mesîhî, Turkmen û hwd re. ku karibin xwe hemberê DAIŞê biparêzin”.
Zîyaretvanên din jî kêfxweşiya xwe diyar kirin. Maraz Murad êzîdî ye û malbata wî li Şingalê gellek in. Murad wiha dibêje: “Min ti carî bawer nedikir ku Danîmarkîyan rojekê bo me bikevin greva birçîbûnê. Em zor spasiya wan dikin,"

Daniel Madesen



.webp&w=3840&q=75)