Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî, di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re eşkere kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo hilbijartinên pêş ên Parlamentoya Iraqê daxwaza hevpeymaniyê ji wî kiriye lê ew bi merc piştgirî didin desthilata Ebadî.
Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Nuceyfî diyar kir, ku ew jî hinek pêngavên hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê rast nabînin. Bi nêrîna Nuceyfî dê rojên pêş de Hewlêr û Bexda dest bi guftugoyan bikin.
Di dema serdana xwe ya Washingtonê de, we ragihand ku piştgirî didin berdewamkirina desthilata Heyder Ebadî. Sedema vê yekê çi ye?
Nêrînên birêz Heyder Ebadî nêzîkî nêrîmên me yên giştî ne. Herwiha gelek serkeftin jî bidest xistine. Lê piştgiriya me ya ji bo birêz Ebadî dê bi berc be.
Mercên we çi ne?
Divê derbarê birêvebirina welat de danûstandin werin kirin. Divê ewlekarî û asayîş were sepandin, çekên di destê grûban de werin kontrolkirin, nehêlin ev grub xwe bi ser hemwelatiyan de bisepînin, maf bidin hemû pêkhateyan û di peywendiyên derve jî de hevsengiyek bê çêkirin.
Mebesta grûbên çekdar wate Heşda Şeibî ye? Yek ji mercê we hilweşandina Heşda Şeibî ye?
Di destpêka dariştina yasaya Heşda Şeibî de em li dijî bûn. Çimkî, bi nêrîna me, li kêleka artêşê, avakirina hêzeke din ê çekdarî, di paşerojê de dê bibe sedema ne seqamgirî û aloziyê. Yasa hate pesendkirin lê bi rast û dirust nehate cîbicîkirin. Niha jî di navbera çend serkirdeyên siyasî û hinek yekîneyên çekdarî de peywendî heye, wan bi xwe jî navê xwe weke partiyeke siyasî tomar kirin û dixwazin beşdarê hilbijartinan bibin. Lewma, divê Heşda Şeibî tevlî nav artêşê û hêza polîs bibe û bi yekcarî ji pêvajoya siyasî were dûrxistin. Pirsgirêk ew e, ku praniya van grûban di hilbijartinan de destewerdanê dikin, hewla sepandina îradeya xwe didin û dikarin li hinek herêman jî encaman biguherin û destkariyê bikin.
Çend serkirdeyên sunnî, ji ber hebûna hêzên Heşda Şeibî li navçeyên sunniyan, daxwaza paşxistina hilbijartinan kirine. Gelo daxwazeke wiha ya we jî heye?
Divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin. Ev mijareke destûrî ye lê eger rewş ne guncayî be, bi nêrîna me di nava van pirsgirêkan de bi rijdî daxwaza hilbijartinan were kirin, dê xelet be. Civata wezîran biryar daye koçber vegerin malên xwe. Herwiha ji bo cîbicîkirina ewlekarî û seqamgîriyê jî biryar hatiye dayîn. Ev yek jî tê wê wateyê, ku divê hêzên Heşda Şeibî vekişin, ku ji bo operasyonan çûbûne hinek navçeyan. Lewma, eger ev yekn pêk neyên, hilbijartin jî dê bibe karê henekan. Niha ev rewş ji bo hilbijartinan ne guncayî ye lê soz dane me, ku ev rewş heta mehên pêş were çareserkirin.
Bi nêrîna te hevpeymaniya niha ya di nav hêzên sunnî de dê berdewam bibe?
Hemû hêzên sunnî di bin seywana Hevpeymaniya Hêzên Nîştîmanî yê Iraqê de kom bûne. Rêznameyeke navxwe ya vê hevpeymaniyê heye, ez û birêz Selîm Cibûrî (Serokê Parlamentoya Iraqê) jî di nav de ne. Niha em hewl didin ji bo pirsa hilbijartinan mekanîzmayekê peyda bikin. Hê nediyare ka emê bi lîsteyekê an bi çend lîsteyên cuda beşdar bibin û paşî di çarçoveyekê de hevbigrin. Di rojên pêş de ji bo zelalkirina vê emê civînan bikin. Bi şêweyeke giştî rewşa sunniyan ji ya dema borî pir baştir e, çarçoveyeke rêxistinê heye û yasa wan komdike.
Yek ji mercê we yê beşdarbûna hilbijartinan û hevpeymaniya li gel Heyder Ebadî, astengkirina Heşda Şeibî ye?
Ev mercekî destûrî ye, tenê ne mercê me ye. birêz heyder Ebadî jî gelek caran behsa vê yekê kiriye. Nabe em vê mijarê weke merc daynin pêşiya Ebadî, çimkî wî bi xwe eşkere kiriye, ku ew dê vê biryarê cîbicî bike.
Baş e, civaka navdewletî û Amerîkayê di vî warî de ti garantiyek daye we?
Ti garantiyek nîne. Ji ber hinek reftar û kiryaran Amerîka nîgeran û bi guman e. Îran destwerdanê dike û û hinek bernameyên ecêb û xerîb bi ser Iraqê de tên sepandin. Di hinek mijaran de nêrîna me bi ya Amerîkayê re hev digre lê di hinek mijaran de em nakok in.
Nakokiyên we yên li gel Amerîkayê çi ne?
Weke tê zanîn di siyaseta giştî ya Amerîkayê de hinek pirsgirêk hene. Weke mînak, biryara dawîn a Serokê Amerîkayê ya derbarê Qudsê de, ji bo Rojhilata Navîn karesateke. Vê biryarê rola Îranê pir zêdetir kir. Hevdem, tundxwazî jî bi rêjeyeke bilind zêde kir. Lê em tundiyê red dikin.
Em vegerin ser rewşa Nînowa û Mûsilê, niha rewşa parêzgeha Nînowayê çawa ye?
Beriya 2 rojan min serdana Mûsilê kir. Li aliyê rojhilat jiyan asayî bûye, liv û tevgera bazirganiyê heye û aram e. Lê xizmetguzarî pir sist û lawaz in. li aliyê rojavayê bajêr jî bi temamî karesateke mirovî çêbûye. Hinek navçe bi temamî wêran bûne, ti xizmetguzariyek li wan deran nîne û birêveberiyeke lawaz heye. Ji bob ajar vegere rewşa xwe ya asayî ti pêngavek nehatiye avêtin. Hikûmeta xwecihî pir bê xem e. qet nebe dikariyan dest bi xizmetguzariyan bikin. Herwiha hikûmeta federal jî vî bajarî piştguh dixe û giringiyê nade. Hinek hewldanên biçûk çêbûne ji bo çareserkirina pirsgirêkên Mûsilê lê ti encamek nedane. Divê demildest ev pirsgirêk werin çareserkirin. Nexwe dê karesateke mezintir çêbibe.
Di rojnameyên biyanî û navdewletî de raport û nûçe hatine belavkirin, ku li gorî wan li Mûsilê bi dehan hemwelatiyên sivîl hatine kuştin, binpêkirinên mafên mirovan çêbûne. Ev nûçe çiqas rast in?
Bêguman derbarê kuştinan de gelek rapor hene, hinek ji wan derveyî desthilata rewa pêk hatine. Bi taybetî jî hinek kesên sivîl, bi gumana DAIŞî bûne li hember hinek kesan kiryarên tolhildanê pêk anîne. Hinek ji van binpêkirinan jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kirin. Herwiha ji aliyê Heşda Şeibî ve jî hinek kiryarên wiha çêbûne, ku tên lêkolînkirin. Nabe hêzên ewlekariyê an jî hêzên çekdar, bêyî yasa û dadgeh xelkê bikuje.
Berpirsê van binpêkirinan kî ye?
Bêguman rêxistinek an jî artêş weke rêxistin ji ber van kiryaran ne berpirs e. Lê hinek frmandar û endamên Heşda Şeibî, kesên hoz û eşîretan, herwiha kesên sivîl jî ev binpêkirinên dijî yasayan pêk anîne.
Kîjan hêzên çekdar di nava Mûsilê de ne? Heşda Şeibî li Mûsilê ye?
Di nava Mûsilê de Pasawanên Nînowa hene, ku xelkê Mûsilê ne. Navê wan di nava Heşda Şeibî de hatiye tomarkirin lê di bin fermandeya Hêzên Çekdarên Iraqê de ne. Çend grûbeke biçûk ên Heşda Şeibî hene lê xelkê Mûsilê ne. Heşda Şeibî li derveyî bajêr in. herwiha li navçe û bajarokan hêzên Heşda Şeibî hene.
Hinek ji hemwelatiyên Mûsilê dibêjin, li bajê siyaseta bi şîekirinê heye. Ev rast e?
Dibe li hinek cihan zêdegavî hebe. Gelek kesên, kur ewşa wan guncayî ye vegeriyane malên xwe lê hê jî gelek kes nevegeriyane. Tenê li aliyê rojavayê Mûsilê 11 hezar xanî hilweşiyane. Wate, herî kêm 11 hezar malbat nikarin vegerin malên xwe. Em nikarin bêjin ewlekarî ji sedî 100 hatiye dabînkirin. Lê ew propaganda ne bê bingeh e, ku dibêjin Mûsil rûbirûyê siyaseta bi şîekirinê maye. Mûsil ji wê yekê pir mezintir e, ku were şîekirin.
Ji bo ji nûve avakirina Mûsilê ti bûdceyeke diyarkirî heye?
Heta niha di vî warî de pêngaveke giring nîne, tiştên hatine kirin jî karên sereke ne û lê heta niha jî amrazên jiyanê nehatine dabînkirin.
Parlamenterên sunni projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê qebûl nekir. Gelo sedem ew e, ku ji bo Mûsilê bûdceyeke taybetî nehatiye veqetandin?
Belê, parlamenterên me projeya bûdceyê qebûl nekirin. Ji ber ku ji bo avakirina Mûsilê ti tiştek têde nebû. Ji bilî vê, derbarê meaşên fermanberan û pêwîstiyên din de jî pirsgirêk hebûn, ku ev yek bi geşedana herêman ve girêdayî ye. Lewma di yekemîn rûniştina parlamentoyê de me bûdce boykot kir.
Kî berpirs e ji vê rewşa Mûsilê, ku nayê avadankirin?
Bêguman planeke hikûmetê ji bo geşedana parêzgehê nîne. Ji bûdceya giştî û herwiha ji civaka navdewletî ji bo avakirina Mûsilê bûdceyek nehatiye dabînkirin. Di nava hikûmeta xwecihî jî de gendeliyeke pir mezin heye. Ji ber van sedeman jî piraniya hevkariyên navdewletî jî hatine cemidandin.
Heyder Ebadî ji ber wendakirina Mûsilê behsa dadgehkirina Nûrî Malîkî dike. Bi nêrîna te dikare vê yekê bike, hûn dê piştgiriyê bidin wî?
Ebadî li ti deran û bi ti awayî navê birêz Nûrî Malîkî neaniye. Lê amaje bi wê yekê kiriye, ku ew bûye sedema dagirkirina Mûsilê. Em jî piştgirî didin, ku divê ji bo vê mijarê lêkolîneke rast were kirin. Divê çend aliyeke bawerpêkirî bikarin li ser hemû kesên peywendîdar lêkolînan bike.
Li ser Nûrî Malîkî jî?
Li gel Esîl Nuceyfî jî (parêzgarê berê yê Mûsilê). Em qet ferq û cudahiyê nakin. Bi nêrîna me, hikûmeta berê sedema şkest û dagirkirina Mûsilê bû. Beşek ji fermandarên leşkerî jî bi qestî rê xweşkirin da ku Mûsilê radestê DAIŞê bikin. Em li gel wê ne, ku hemû berpirs bikevin jêpirsînê û yên tawanbar werin dadgehkirin, demildest werin cezakirin.
Çima lêkolîna derbarê Mûsilê de rawestiyaye?
Rewşa siyasî ya Bexdayê asteng e. Curekê pêşbirkê, hevsengiyê heye, ku rê nadin Serokwezîr, parlemento û dadgeh vê pirsê zelal bike. Bi nêrîna me divê hinek aliyên bi hêz ên serbixwe hebin, ku bikarin vê dosyeya pir aloz jî zelal bikin.
Dibêjin eger hilbijartin di dema xwe de werin kirin dê Ebadî sernekeve û Malîkî bi piştgiriya Heşda Şeibî dê serbikeve?
Niha birêz Ebadî pir bi hêz e. Di rûbirûbûna terorê de serkeftinên wî diyar in. Lê belê li welat gelek pirsgirêk hene. Dibe di nava çend mehên pêş de werin çareserkirin û herî kêm rikberî di warê aborî, xizmetguzarî û çendîn mijarên din de di berjewendiya birêz Ebadî de veguhere. Lê dibe di rojên pêş de hêza wî sist jî bibe. Dibe di rojên pêş de ji ber çend mijarên cuda ji bo birêz Malîkî pir pirsgirêk jî derbikevin.
Di heyama borî de we serdana birêz Mesûd Barzanî kir. Gelo we ji Bexdayê ti nameyek ji bow î bir, an jî ti destpêşxeriyeke we çêbû?
Serdana min a li gel birêz Barzanî, serdaneke siyasî bû, min ti name jî nebirin. Lê weke Cîgirê Serokomar û Serokê Partiya Mûtehîdûn, min xwest li gel birêz Barzanî li ser rewşa Kurdistanê, peywendiyên Bexda û Hewlêrê û herwiha riyên açreseriya pirsgirêkên herdu aliyan, gotûbêj bikim.
Heyder Ebadî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpêşxerî û navbeynkariyan qebûl nake û dibêje pêwîstiya me bi navbeynkaran nîne. Çima heta niha bi xwe li gel Herêma Kurdistanê danûstaninan nake?
Bêguman dostên hevpar ên herdu aliyan hene, ku hewl didin bingeheke hevpar a danûstandinan peyda bikin. Ya herî dawîn jî destpêşxeriya Fransayê bû. Di qada leşkerî de danûstaninên herdu aliyan hene û fermandarên pêşmerge û yên artêşa Iraqê derbarê deriyên sînor de guftugo kirin. Lê ji bo destpêkirina diyalogê Ebadî hinek merc danîne û Herêma Kurdistanê jî destê xwe girtiye û razî nabe ev merc derbas bibin. Lê qebûlkirina biryara Dadgeha Federal ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve erênî bû û ji bo guftugoyan derî jî vedike. Bi baweriya min di rojên pêş de, Hewlêr û Bexda dê dest bi danûstandinan bikin. Ez geşbîn im, ku di rojên pêş de, ji bo derbaskirina vê rewşê, rêkeftineke destpêkê were kirin.
Wate hûn piştgiriyê didin mercên Ebadî yên ji bo hilweşandina encamên giştpirsiyê?
Bêguman em li dijî giştpirsiyê ne, çimkî li ser navçeyên nakok zêdegavî hatiye kirin û ew danîne ser Herêma Kurdistanê. Biryar hebû li wan navçeyan dewlet were ragihandin, ku ev yek jî berovajiyê Destûra Iraqê ye. Em li dijî vê yekê ne lê biryara Dadgeha Federal biryara dawîn e û divê em hemû jî pabendê wê biryarê bin.
Hûn piştgiriyê didin biryara Dadgeha Federal lê heta niha jî geştên esmanî yên Kurdistanê qedexe ne û dadgehê li ser vê yekê ti tişt negotiye?
Em li gel guftugoyê ne û sepandina cezayan bi ser gelê Kurd de rast nabînin. Bi nêrîna me, ji bo çareseriya dostane defetek heye, çimkî em yek gel in. Dadgeha Federal giştpirsî, biryarên wê û encamên wê hilweşand û divê hikûmeta federal jî niha pirsgirêka deriyan çareser bike.
Dibe di rojên pêş de em liv û tevger û herwiha civînên nû bibînin?
Çend rojên pêş dê serokatiya komarê bicive. Dê Serokomar û cîgirên wî li gel hemû serkirdeyên siyasî yên welat bicivin. Dibe ev mijar tev de werin avaftin û hewla ji hevfêmkirinê bidin û hewl bidin ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêyeke bi lezgîn peyda bikin.
Niha hêzekî Tirkiyê li Başîkê ye. Hikûmeta federal naxwaze ew hêz li wir bimîne. Li ser hebûna vê hêzê, gelo Enqere û Bexda gihiştine ti rêkeftinekê?
Di navbera hikûmeta Iraqê û ya Tirkiyê de li ser vê mijarê danûstandin hatiye kirin. Serdanên fermî yên giring jî hebûn. Bi nêrîna min niha ev mijar ji ber rewşê hatiye paşxistin. Ji ber vê rewşê, pira PKKê, ya jinavbirina bermayên terorê jî hatine paşxistin.
Rêkeftina hikûmeta Bexda û Tirkiyê ya derbarê hebûna PKKê li Şingal û Mexmûrê çi ye?
Di vê derbarê de ti hûrgûliyek di destê min de nîne, ji ber ku ez di nava civata wezîran de cîh nagrim. Ev mijar jî bi Encûmena Asayîşa Nîştîmanî ve girêdayî ye. Dibe rêkeftinên taybet di vî warî de hebin. Ji bo sekinandina çalakiyên vê rêxistinê û dûrxistina wan ji Iraqê, hevkarî heye.
(N.S)


.jpg&w=3840&q=75)
