Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî 2 otomobîl li hev qelibîn û 2 kes birîndar bûn.
Qezaya li Dîlokê îro danê sibehê çêbû û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman diyar kir ku Mertcan Taşdemîrê 25 salî di cih de miriye.
Dogan Yanardag û Haci Zer ên 51 salî jî bi giranî birîndar bûne.
Ew veguhastin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan ew jî li wir mirin.
Hat zanîn ku ev her 3 kes di heman otomobîlê de bûne.
Di otomobîla din de jî Mehmet K.yê 38 salî, Havîn K.ya 11 salî û Sara K.ya 9 salî hebûne.
Ew her 3 kes jî birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Cenazeyên her 3 kesan veguhastin morga Saziya Tiba Dadî ya Dîlokê.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.
Li Farqînê jî qeza: 2 birîndar
Li navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî 2 otomobîl li hev qelibîn û 2 kes birîndar bûn.
Qeza doh li ser rêya sereke ya di navbera Farqîn û Amedê de çêbû.
Li gorî agahiyan, li taxa Yuksekê 2 otomobîl li hev qelibîne.
Yek ji otomobîlan di nîveka rê de wergeriya û otomobîla din jî ji rê derket û li stûneke elektrîkê qelibî.
Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Polîsan li ser qezayê lêpirsîn da destpêkirin.


