کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

news

Li Mêrdînê Cejna Êzda hat pîrozkirin

Serkan İnce

Serkan İnce

16-12-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce16-12-2017

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Mêrdîn (Rûdaw) - Bawermendên kurdên êzidî piştî Cejna Xwedan/Xwedî û Cejna Şems, Cejna Êzda tê pîrozkirin. Piştî sê roj rojiyê sê rojan Cejna Êzda tê pîrozkirin.

 

Pîrozbahiyên Cejna Êzda ku mezintirîn cejna kurdên êzidî ye li Bakurê Kurdistanê lawaz derbas dibe. Ji ber ku bi piraniya kurdên êzidî koçber bûne.

 

16 gundên kurdên êzidiyan ên li bajarên Mêrdînê heta sî sal berê jî tije bûn. Di hundirê sî salên dawîn de bi piranî vala bûn û koçberî welatên Ewropayê bûn. Li Mîdyadê li gundê Bacînê yê 300 xaneyî niha tenê pîrejin û kalemêrek lê dijîn. Ew jî dêûbavê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan e.

 

Gundê Bacînê yê ser bi Mîdyada Mêrdînê heta 30 sal berê jî li deverê yek ji mezintirîn gundê kurdên êzidî bû. Ji bo Cejna Êzda ku mezintirîn cejna êzidiyan e, pêştir pîrozbahiyên mezin dihat lidarxistin. Li gundê xalî û vala niha tenê apê Ebû Zeyd û xanima xwe Zêro lê dimînin. Ew jî derdora 25 salan li Almanyayê mane, ji ber hesreta welat vedigerin gundê xwe.

 

Niştecihê Gundê Bacînê Ebû Zeyd Atalan ji Rûdawê re wiha got: “Du hefte beriya Cejna Êzda rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê rojî tê girtin û roja Îniyê jî cejn e em jê re dibêjin Cejna Xwedan. Hefteya pişt dîsa rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê rojî tê girtin û roja Îniyê jî cejn tê pîrozkirin ew jî Cejna Şemsanî ye. Vê heftê jî dîsa me rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê sê rojan rojî girt û niha emê sê rojan cejnê pîroz bikin. Ev jî Cejna Êzda ye.”

 

Nişteciha Gundê Bacînê Zêro Zeyd Atalan jî got: ““Berê em di Cejna Êzda de diçûn ser Mêyavê(Rûdaw: Ziyareta Gundê Bacînê). Me sewalek dikir qurban. Me di cejnê de kêf û şahî dikir.”

 

Şandeya HDPê bi serperiştiya parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan ji bo pîrozkirina cejnê serdana gundê Bacînê kir. Elî Atalanê ku kurê Zeyd û Zêro ye yekem kes e ku bi nasnameya xwe ya êzidayetiyê bûye endamê parlamentoya Tirkiyê.

 

Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Alî Atalan jî wiha axivî: “Cejna hemû gelê xwe miletê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Berê dora 300 malî li vî gundî dijiyan. Niha hûn jî dibînin ku tenê malek lê dimîne. Mixabin ev cejn di bin van şert û mercan de li vir bê milet, bê civat, bê mirov tê pîrozkirin. Ev yek cihê xemgîniyê ye.”

 

Alî Atalan tevî şandeya pêre piştî serdana gundê Bacînê xwast serdana wargeha penaberan a li Mîdyadê jî bike ku tê de nêzîkî hezar û 500 kurdên êzidiyên Şingalê dimînin, lê rêveberiya wargehê bi hinceta ku îcaze ji cihê pêwendîdar negirtine rê neda.

 

Şandeya ku tevî hemû hewla nikarîbû bikeve nav wargehê li ber deriyê derve li ser lingan cejna çend kurdên êzidiyên wargehê pîroz kir.

(A.B)

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Pirsên