Amed (Rûdaw)– Hunermenda Kurd Rojînê di çarçoveya kampanaya “Zarokên Me” de alîkarî gihand 250 zarokên navçeya Sûrê ya Amedê.
Sitranbêja Kurd Rojînê duh li hola Navenda Çandî ya Nû li Şaredariya Sûrê alîkariya cilûbergan li 250 zarokên navçeya navendî ya Sûrê belav kir. Di nav alîkariyan de pêlavên zivistanî, bot û mont hebûn.
Derheqê kampanya alîkariyê de hunermend Rojîn wiha axivî:''Zarokên li hemû deverê perîşan in, koçber in. Zerera herî mezin jin û zarokên Kurd dibînin. Di şer û pevçûnên Sûrê de zarokên me yên bê mal, bê bav û bê dayîk man. Zarokên me siberoja me ne. Ji bo zarokên ku mal û xaniyên wan di şer û bombebaranê de wêran bûne, me alîkariya pêlav û cilûbergên zivistanê belav kir. Jixwe hezkerên min ji min re gotin ku 'ji bo alîkariyê çi pêwîst e em amade ne'. Sipas ji bo wan.''
Herwiha hunermenda Kurd da zanîn ku piştî sersalê dê li Almanyayê ji bo ziyanpêketiyên erdheja Kirmaşanê li hev bicivin û şevekê li dar bixin.
Dîroktorê pirojeyê Kevin Noir ê ku bavê wî xeêkê Dêrsimê ye û diya wî firansî ye jî diyar dike ku li ser daxwaza hinek mamostayên Sûrê ev piroje dane destpêkirin.
Kevin Noir, destnîşan dike ku tevî alîkariyan armanca wan a din ew e ku rewşa xelkê Sûrê dîsa bixe rojevê.
Dîrektorê piroje û kampanyaya Zarokên Me Kevin Noir wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Hinek mamostayên nas ên Sûrê bi min re peywendî danî. Daxwaz kirin ku em alîkariyên cilûbergên zivistanê bigihînin zarokan. Li ser vê yekê min jî ev yek ji Rojîn xanimê re got. Wê jî got ku ew amade ye ji bo her alîkariyek. Armanca me tenê dayîna cilûbergên zivistanê ye. Em dixwazin rewşa xelkê Sûr a Amedê careke din bikeve rojeva cîhanê.''
Di rêwresma belavkirina alîkariyaê de Rojîn û zarokan bi hev re stran gotin.
Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Cemal Yilmaz û Savaş li van 6 taxên Sûra Amedê heta niha jî qedexeya derketina derve berdewam dike.
Di encama qedexeya derketina derve û şerê di navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û dewleta Tirkiyê de nîvê Sûrê koçber bûn.
Li 6 taxên qedexekirî 334 jê dîrokî 3 hezar û 569 xanî hatin wêrankirin. Herwiha di çarçoveya veguherandina bajêr de li ser biryara Wezareta Bajarvanî ya Tirkiyê tevî nerazîtiya niştecihan jî li taxên Elîpaşa û Lalebegê 806 xanî hatin hilweşandin.
(A.B)



