کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

news

Li Amedê îsal pîrozbahiyên Cejna Krîsmisê lawaz derbas dibin

Serkan İnce

Serkan İnce

27-12-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce27-12-2017

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Amed (Rûdaw) - Li Amedê pîrozbahiyên Rojbûna Îsa Mesîh Krîsmis lawaz derbas dibin.

 

Pîrozbahiyên îsal li Dêra Dayîka Meryem a Siryaniyên Ortodoks bi rê ve çû. Civata Krîstiyanên Dêra Sûrp Gîragos a Ermeniyên Ortodoks û Dêra Mor Petyûn a Kildaniyên Katolîk jî li Dêra Dayîka Meryem beşdarî rêwresm û pîrozbahiyên cejnê bûn.

 

Di rêwresm û pîrozbahiyên Cejna Rojbûnê de tenê derdora 15-20 Mesîhî/Krîstiyan amade bûn. Krîstiyanên Bakurê Kurdistanê her diçe kêm dibin. Ji ber ku bawermendên Kirîstiyan hinek ji ber şer û zextan hinek jî ji bo jiyaneke baştir koçî welatên Ewropayê dikin.

 

Noel ango Kirîsmis rojbûna pêxember Îsa li Amedê jî hat pîrozkirin. Pîrozbahî û rêwresmên olî li Dêra Dayîka Meryem a li taxa Lalebega Sûrê bi rê ve çû.

 

Di rêwresma Cejna Kirîsmisê de derdora 15-20 bawermendên Krîstiyan amade bûn.

 

Di merasîma olî de Încîl hat xwendin, kilamên olî hatin gotin, find hatin pêxistin û bawermendan ji bo aştiya Rojhilata Navîn dua kirin.

 

Keşeyê Dêra Dayîka Meryem Yûsûf Akbûlût ji Rûdawê re wiha got: “25ê Berfanbarê Kirîsmis e, rojbûna Îsa Mesîh e. Ez cejna hemû Krîstiyanên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala 2018an ji bo hemû cîhanê bibe sala aştî û aramiyê. Hêvîdar im li herêma me jî şer raweste û jiyan geş bibe.''

 

Di encama şer û pevçûnên li nav Sûrê beşek e Dêra Sûrp Gîragos a Ermeniyên Ortodoks û Dêra Mor Petyûn a Kildaniyên Katolîk hilweşiyan. Lewra hemû krrîstiyanên Amedê li Dêra Dayîka Meyrem pêşwazî li Kirîsmisê dikin.

 

Serokê Weqfa Dêra Kildanî ya Mor Petyûn Yûsûf Karadayi jî got: “Ji ber dêra me zerer û ziyan lê ketiye, em Keldaniyên Katolîk û Ermeniyên Ortodoks jî li Dêra Dayîka Meryem a Siryaniyên Ortodoks tevlî pîrozbahiyên cejnê bûn. Dêra me Kildaniyan û Dêra Sûrp Gîragos Ermeniyên Ortodoks di nav sînorên 6 taxên qedexekirî yên Sûrê de ne. Mezheb û navên dêran ne girîng e, ji ber ku em hemû ji Îsa Mesî bawer dikin.”

 

Bawermendên Misilman jî ji bo pîrozkirina xwişk û birayên xwe yên Krîstiyan serdana Dêra Dayîka Meryem kirin.

 

Serokê Yekîtiya Ereb û Aramiyên Mezopotamyayê Mîm Yavûz Bînbay jî wiha axivî: “Ji bo me jî Noel ronahî, hezkirin û dilovaniya Xweda ye. Noel ne tenê cejna Krîstiyana ye. Hemû mirovên ji Xwedê bawer dikin û Xwedê wekî hezkirin û dilovanî dibînin, dikarin Noelê wekî cejna xwe bibînin. Lewma li gor min pêwîst e em Musilman jî Noelê wekî cejneke dînî pîroz bikin. Ji ber ku di Qurana pîroz de çar caran qala mesîhbûna Îsa hatiye kirin.''

 

Xirîstiyanên Bakurê Kurdistanê di hundirê çil salên dawîn de koçî Stenbolê û Ewropayê kirin. Li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tenê derdora 90 hezar bawermendên Krîstiyan mane.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Pirsên