کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

news

PAK: Emê bi yekrêziya navmalê bigihêjin armancên xwe

Serkan İnce

Serkan İnce

01-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce01-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Amed (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Hanîfî Tûran got, Kurdên li her perçeyên Kurdistanê dê bi yêkreziya navxwe bigihêjin tevahiya armancên xwe.

 

Endamê Desteya Rêveber a PAKê Hanîfî Tûran sala 2017an ji bo Rûdawê nirxand, qala hêvî û daxwazên sala 2018an kir.


Hanifî Turan diyar kir ku di sala 2017an de Bakurê Kurdistanê di bin zext û fişaran re buhuriye û wiha pê de çû:“Sala 2017an bi rastî li Tirkiyê di bin şertê rewşa awarte re derbas bû. Di van şertên rewşa awarte de jî dewlet zêdetir bi ser me de hat, fişar xist ser me û nehêşt em derkevin derveyî dîwarên nav partiyên xwe.


Bi rastî partiyên Kurdistanî di heman pêvajoyê re derbas bûn. Bo nimûne dema li Kerkûkê hinek pêşmerge şehîd ketin, me xwast ku em ji bo wan daxuyaniyeke bidin çapemeniyê û ji bo giyanê wan nimêjeke xiyabî bikin. Lê dewletê rê neda vê yekê jî. Li ser vê yekê me xwast ku li hola otêlekê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, ew jî nehêştin. Lê di heman demê de partiyên siyasî yên ne Kurdistanî dikarin li Bakurê Kurdistanê mîtîngan jî lidar bixin. Bi rastî dewlet li ser me zêde zêde serî li fişar û guvaşan dide.''


Turan destnîşan kir ku di hundirê sala 2017an de partiya wan yekemîn kongreya xwe saz kiriye û biryarên pir girîng daye.


Herwiha Turan bal kişand ser pêşketina herî girîng wate giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û got ku ji bo serkeftinê divê Kurd yekdengî û yekrêziya nav mala xwe saz bike.


Turan di vî warî de wiha axivî: “Li Başûrê welat giştpirsiya serxwebûnê pêk hat. Ev yek ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ji bo hemû Kurdan bû hêvî û serfiraziyeke pir mezin. Ji sedî 93yê gelê Başûr got ku 'em serxwebûnê dixwazin'. Em bi vê yekê gellek gellek kêfxweş bûn. Lê mixabin di 16ê Cotmehê de bi destê rûreşên xayîn li pêşmergeyên qehreman îxanet hat kirin. Kerkûk, Xaneqîn û Xurmato ji destê deshilata Başûrê Kurdistanê derketin. Ev yek jî ji bo me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bi rastî bû xemgîniyeke mezin. Em baş dizanin ku dema pêşkeftinek li beşek Kurdistanê çêdibe bandora xwe ya erênî li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Dema şikestin çêdibe pêre moral û wireyên hemû Kurdistaniyan xera dibin.”


Endamê Desteya Rêveber a PAKê Hanifî Tûran hêvî û daxwazên yên sala nû jî wiha rêz kir:


“Em hêvî dikin ku li her çar perçeyên Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê partiyên Kurdistanî û partiyên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin divê bereyeke Kurdî ava bikin da ku Kurd di hilbijartinên bê de yek deng bin. Daku di nav mala xwe de yekdengî tevbigerin û biserkevin. Xwedê hez bike li Rojhilatê Kurdistanê partiyên Kurdî bibin yek. Kêmanî yên ku nêzîkî hev di yek bereyê de têkoşîna azadiya Kurdistanê li hemberê rejîma dagirker û rûreş a Îranê bi ser bixin. Li Rojavayê Kurdistanê em hêvî dikin ku li ser esasê peymana Hewlêr û Duhokê TEV-DEM û ENKS li hev bên û rêveberiyeke hevbeş a leşkerî, aborî û siyasî saz bikin û li Rojava sengerên nû bi dest bixin.


Li Başûrê Kurdistanê jî em hêvî dikin mala Kurd yekrêziya xwe ava bike. Heke yekrêziyê ava nekin ji mesela Kerkûkê jî derket ku serkeftin çênabe. Em hêvî dikin ku Başûrê Kurdistanê bi yekrêziya navmalê ew daxwaza gelê Kurdistanê ya serxwebûnê di hundirê sala 2018an de cîbicî bikin. Em ji bo sala 2018an ji hemû hevniştimanên xwe serkeftin û tenduristiyeke baş dixwazin.”


Nivîsîn: Aydin Bayram

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Pirsên