کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

news

Li Amedê mezintirîn Meydana Bajêr hat vekirin

Serkan İnce

Serkan İnce

17-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce17-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Kurdistan Mala Me: Destwerdanên Îraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir
Kurdistan25-11-2026

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Amedê li Taxa Peyasê li ser Kolana Selahedînê Eyûbî mezintirîn Meydana Bajêr vekir.

Rûniştvanên dorberê ji vebûna meydanê gellekî keyfxweş in. Li gor emlaqfiroşan jî bi çêbûna Meydana Bajêr re nirx û buhayê xaniyê vir 40-50 hezar lîreyê tirkî (10 -15 hezar dolar) zêde bûye.

Herçend nîvê Meydana Bajêr bi dar û çêr û çîman hatibe şînkirin jî ew ne tenê park in. Meydanên bajêran wekî pêdiviyeke sereke ya bajarvaniyê ji bo çalakiyên civakî, siyasî, bazirganî, werzişî û çandî tên çêkirin.

Meydana Bajêr a Amedê li ser 70 hezar metir çargoşeyî hatiye avakirin. Ji 18 cûreyên cûda hezar û 746 dar hatine çandin. Li Meydana Bajêr tevî amêrên yarî û werzîşî tê de kafe-pirtûkxane, mescît, otopark û cihê guhertina cilûberhan jî hene.

Lê belê niha ev Meydana Bajêr herî zêde ji çalakiyên werzişî re mazûvaniyê dike û herî zêde xort û zarok pê kêfxweş bûne.

Welatiyê bi navê Huseyîn Alakuş ji Rûdawê re wiha got: “Ev der xweş e. Welle li vir her tişt heye. Min cihek wiha xweş nedîtiye!”

Kesekî bi navê Poyraz Enes Yagmur jî got: “Pir xweş e. Li vir em bi hêlekanê dileyîzin. Dema ku em ne li dibistanê bin, em tên vir.”

Muhamed Ozer Altun jî anî ziman: “Dema ev meydan tune bû, em diçûn qehwexane û înternet kafeyan.”

Ji niştecihên dorûberê meydanê hinek pêşniyarên din hebin jî bi piranî jê keyfxweş in.

Welatî Mehmet Yigit jî keyfxweşiya wiha anî ziman: “Ev hişnayî pir xweş bûye. Zarok ji xwe re tê de dileyîzin. Ji bo yên wekî me xanenişîn pir xweş e. Em tê lê rûdinin.”

Hinek pêşniyarên welatiyê bi navê Taha Aydin hebûn û got: “Hêlekan û pêlîstokên ji bo zarokên biçûk jî hebûya baştir dibû. Herwiha li vir holên basket, tenîs û voleybolê jî hebûya baştir dibû. Qe nebûya hedûriya biçûkan pê dihat.”

Bi çêkirina Meydana Bajêr re nirx û buhayê xaniyên vir jî zêde bûne. Lewra emlaqfiroş ango zewîfiroş jî bi zêdebûna park û şînkahiyên nav bajêr kêfxweş in.

Emlaqfiroş Enver Yildiz jî got: “Nirx û buhayê xaniyan derdora 215-220 hezar lîreyî bûn. Îca piştî ku xebatkarên şaredariyê gellek xebitî û ew meydan xist meriyetê niha buhayê xaniyekî gihêştiye derdora 250-265 hezar lîreyî. Wate buhayê xaniyan derdora 40-50 hezar lîre zêde bû.”

Meydana Bajêr a Amedê li ser 70 hezar metir çargoşeyî hatiye avakirin. Ji 18 cûreyên cûda hezar û 746 dar hatine çandin. Li Meydana Bajêr tevî amêrên yarî û werzîşî tê de kafe-pirtûkxane, mescît, otopark û cihê guhertina cilûberhan jî hene.

(A.B)

Pirsên