Amed (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî yên Bakur bertek nîşanî êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser Efrînê didin. Rêxistin û partiyên Kurdistanî PSK, PDK-Bakur, PAK û Hereketa Azadî êrişa li dijî Efrînê şermezar kirin
Li gor Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Rûsyayê Efrîn kiriye qurbana rêkeftin û peywendiyên xwe yên aborî û siyasî yên bi Tirkiyê re. Li gor Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur (PDK-Bakur) jî eger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yekbûna nav mala Kurd ava bikira îro Tirkiyê bi hêsanî nedikarî êrişî Efrînê bike. Nêrîna Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) jî ew e ku eger raya giştî ya Kurd û ya navnetewî bertek nîşanî êrişa Efrînê nede dê Tirkiye êrişê Minbîc û Kobanî jî bike.
Derbarê mijarê de Serokê PSKê Mesûd Tek ji Rûdawê re wiha got: “Rûsyayê ji Tirkiyê hinek berjewendî û îmtiyaz aborî û siyasî wergirtiye. Li beramberê wê de jî Rûsya bertek nîşanî êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê nade. Herwiha bo nimûne berê Çeçen li Rûsyayê gelek çalak bûn, lê îro dengê wan dernakeve. Ev jî yek ji rêkeftinên Rûsya û Tirkiyê ye.”
Li gor Partiya Demokrat a Kurdistan a Bakur PDK -Bakur jî di êrişa li dijî Kerkûkê de jî û di êrişa niha li dijî Efrînê de jî sedem nebûna yekbûn û yekrêziya nav mala Kurd e.
Serokê PDK-Bakur Sertac Bucak jî li ser heman mijarê wiha axifî: “Eger PYDê yekîtiya xwe bi ENKSê re pêk bianiya û Pêşmergeyên Roj li cem birayên xwe yên YPG li Kurdistana Rojava hebûyan û pirdengî li nav siyasetê Kurd li Kurdistana Rojavaya hebûyan ez bawer nakim Tirkiyê bikarya ev siyaseta xwe ya îro bimeşîne.”
OSPê diyar dike ku Rûsya dixwaze bi rêya Tirkiyê Amerîkayê li Rojava û Sûriyê asteng bike. Herwiha li gor vê partiyê êrişên li dijî Efrîn û Rojavayê Kurdistanê kêşe û aloziyên li Sûriyê kûrtir dikin.
Serokê OSPê Sînan Çîftyurek jî got: “Yekem armanca Tirkiyê ew e ku dixwaze Efrînê têk bibe. Ya duyem jî dixwaze ji wan şervanên nêzî wê ne re qadeke nû vebike ku li Îdlîbê ketine bin guvaşên Heyetul Tehrul Şam. Bab û Cerablûs ji wan re ne hindik e, eger Efrînê bi dest bixin ji wan şervanên cihadî û selefî yên El Nûsrayê yên ku li Îdlîbê tengav bûne re dê riyeke nû vebike. Dûr û dirêj eger dinya berteke baş nîşanî vê meselê nede, gelê me bertekeke baş nîşan nede ew dê êrişê Minbicê jî bikin ew dê êrişê Kobanê jî bikin.”
Efrîna ku di bin deshilata hêzên Kurdî YPGê de ji 20ê vê mehê ve hem ji hêla asmanî û hem bejahî ve rastî êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê ya bi navê “Artêşa Azad” tê.



